Xwîşka Gulistan Doku bi 6,590 dolaran hate cezakirin

Hewlêr (Rûdaw) - Aygul Doku xwîşka Gulistan Doku keça Kurd a ku ew 324 roj in winda ye, bi tohmeta ku ziyan gihandiye mala yek ji tometbarên dosyeya xwîşka xwe, bi 50,000 Lîreyên Tirkî ku dike zêdetir ji 6,590 dolar, hatiye cezakirin.

Malbata Doku dibêjin, ku destê Zeynel Abarakov û zirbavê wî Engîn Yucel di windabûna keça wan de heye û beriya 8 mehan dema ku wê malbatê di 8ê Adara 2020an de xwestiye mala xwe bar bikin û veguhêzin, Aygol Doku ya xwîşka Gulistan Doku rê li ber wan girtibû.

Li ser giliya Engîn Yucel ya li dijî Aygul Doku bi tometa ku “zirar gihandiye mal û kelûpelên” wî, polîs dosye vekiribû û lêpirsîn dabû destpêkirin û her di çarçoveya wê dosyayê de, Aygul Doku ji bo Rêveberiya Asayişa Erxenî ya Amedê hatibû bangkirin û li wir îfade jê hatibû wergirtin.

Têkildarî wê dosyayê, dadgehê Aygul Doku weke gunehkar nas kiriye û 50,000 TL ku dike zêdeyî 6,590 dolar, ceza li wê biriye.

Aygul Doku li ser twîtera xwe li hember birîna wê cezayê, nerazîbûn nîşan daye û pirs kiriye, gelo li ser çi esasî ew ceza li min birîne?

Aygul a xwîşka Gulistana windabûyî herwiha amaje bi wê yekê dike, ku heta niha li mala kesê gumanbar ti lêgerîn û pişkinînên criminal nehatine kirin û dibêje, “Gelo li ser çi esasî ew ceza li min birîne? Gelo ji ber min gotiye li malê lêkolîna criminal nehatiye kirin û belgeyên tawanê yan heta laşê xwîşka min li vê malê be? Ji ber encamnedana lêkolîna criminal li vê malê, gelo hûn dê hesaba wê ji min bixwazin? Tam skandal e.”

Gulistan Doku ya 21 salî ku xelka Amedê bû, lê xwendevana zanîngeha Munzurê ya Dêrsimê bû, roja 5 Çileya 2020an ji beşa navxweyî ya zanîngehê derketibû û nevegeriyabû û ji hingê ve heta niha jî winda ye û çarenivîsa wê nayê zanîn.

Malbata Gulistanê daxwaza zelalkirina çarenivîsa keça xwe dikin û dibêjin, Zeynal Abrakov ku hevalê Gulistanê bûye, ew winda kiriye.

Ji bo dîtina Gulistan Dokuyê, malbata wê gelek çalakî kirine û bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Wezîrê Navxwe yê wî welatî Suleyman Soylu re jî civiyane.

Her piştî wan hevdîtinan, bi biryara Wezîrê Navxwe yêb Tirkiyê, ava Bendava jî hatibû valakirin, ku dihat texmînkirin Gulistan hatibe kuştin û termê wê bo nav Bendavê hatibe avêtin, lê hewldanên bo dîtina termê wê heta niha bê encam mane.