Li Amedê di mehekê de 272 malper hatine girtin

23-11-2020
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgariya Amedê ragihand, di dema mehekê de bi tometên propagandaya ji bo PKKê û karên neyasayî,  272 malperên internetê li sînorê wê parêzgehê hatine girtin.

Li gor daxuyaniya parêzgariya Amedê ya Bakurê Kurdistanê, ji wan 272 malperên ku di navbera 15ê Cotmehê heta 15ê Mijdarê de hatine girtin, 54 ji wan bi tometa “bangeşe û propagenda ji bo PKK” hatine girtin.

Hatiye gotin, ku ew 54 malper li Amerîka û Fransayê weşanên xwe dikirin.

Parêzgariya Amedê herwiha daye xuyakirin, 218 malperên din jî ku hatine girtin, karên neyasayî û binpêkirin encam dane. Li gor daxuyaniyê, wan malperan jî li derveyî welat weşanên xwe kirine û ji ber naverokên mustehcen belav kirine, hatine girtin

Di daxuyaniyê de herwiha hatiye gotin, ku operasyona sayberî ya li ser wan malperan ji aliyê fermandariya Cendirme ve hatiye encamdan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst