Li Rojhilatê Kurdistanê dê berf û baran bibare

23-11-2018
RÛDAW
Nîşan Rojhilatê Kurdistanê Hewa Baran Berf Urmiye Sine Kirmaşan Îlam
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Keşnasiya Îranê ji bo rewşa hewayê ya bajar û bajarokê Rojhilatê Kurdistanê di 48 saetên bê de pêşbînî kiriye, ku pêleke bihêz a barîna baranê berê xwe bide wê herêmê û li navçeyên çiyayî û bilind jî berf bibare.

 

Li gorî keşnasiya Îranê, îro ji Başûrê Kurdistanê ve dê pêleke baranbarînê berê xwe bide Rojhilatê Kurdistanê û li parêzgehên Urmiye, Sine, Îlam û Kirmaşanê yên Rojhilatê Kurdistanê û herwiha çend parêzgehên li bakurê Îranê baraneke xurt bibare.

 

Li gorî pêşbîniyên keşnasiya Îranê, li parêzgeha Urmiyê, esman dê di hin demên rojê de nîvewrî û di hin demên din de temam ewrî be û dê li tevahiya bajar û bajarokên ser bi vê parêzgehê ve baran bibare. Herwiha dê li navçeyên bilind û çiyayî yên parêzgeha Urmiyê jî berf bibare.

 

Keşnasiya Îranê daye xuyakirin, ku di 48 saetên bê de dê pileyên germa hewayê li parêzgeha Urmiyê dakevin û di roja yekşembiya bê de bigihe sifrê.

 

Herwiha li parêzgeha Sine jî îro barîna baranê dest pê kir û di 48 saetên bê de jî dê car caran li hin deveran berf bibare û pileyên germa hewayê jî dakevin û bigihe 5 pile serveyî sifrê.

 

Li gorî pêşbîniyan, rewşa hewayê li parêzgeha Kirmaşanê jî di 48 saetên bê de dê baranî be û pileya germa hewayê li vê parêzgehê jî dakeve û bigihe 5 pile serveyî sifrê.

 

Keşnasiya Îranê daye xuyakirin, ku parêzgeha Îlamê jî dê hewa bi ewr be û dê baran bibare. Herwiha di 48 saetên bê de, dê rêjeya barîna baranê li wê parêzgehê zêdetir be û pileya germa hewayê jî dakeve û bigihe 5 pile serveyî sifrê.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst