ŞÊXAN - Li kampa Kurdên Êzidî lehî rabû û avê da bin 30 çadiran

Şêxan (Rûdaw) – Ji ber ku baraneke zêde bariye, li kampa Şêxanê ku awareyên Kurdên Êzidî têde akincî ne, av çûye nav 30 çadirên awareyan û hemû kelûpelên wan ketine bin avê û rewşa wan xirab e.

 

Çavkaniyekî ji Polîsê Hawarçûnê yê Şêxanê ji Rûdawê re ragihand, şeva bihorî li devera Şêxanê gelek baran bariye û ji ber zêdebarîna baranê, li nav kampa Şêxanê lehî rabû û derdora 30 çadirên awareyên Kurdên Êzidî yên li vê kampê ketin bin avê.

 

Çavkaniyê ji Polîsê Hawarçûnê yê Şêxanê got, tîmên Hawarçûnê gihîştin cihê bûyerê û nîştecihên kampê rizgar kirin û rewş kontrol kirin.

 

Derbarê zirarên lehiyê de jî, çavkaniyê ji Polîsê Hawarçûnê yê Şêxanê got, ji ber lehiyê ti zirarên canî çênebûne, lê belê zirarên maddî gihîşte çaciran û kelûpelên awareyan ên di nav çadirên kampê de.

 

Ji roja pêncşembiyê ve pêleke baranbarînê berê xwe daye Başûrê Kurdistanê û ji duh ve li gelek bajar û bajarokên Başûrê Kurdistanê baraneke xurt bariye.

 

Rêveberiya Keşnasiya Herêma Kurdistanê jî pêşbînî kiriye, ku ev pêla baranbarînê dê heta 26ê Mijdarê berdewam be.