Ji bo nêçîrvanan 10 hezar û 500 lire ceza hat birîn

Navenda Nûçeyan - Li navçeya Kopê ya Mûşê li 6 kesên ku bi qaçaxî nêçîrê kirine 10 hezar û 500 lire ceza hat birîn.

 

Tîmên Rêveberiya Şaxa Mûşê ya Parastina Siruştê û Parkên Neteweyî û tîmên Rêveberiya Şaxa Qaçaxçîtiyê ya Rêveberiya Ewlekariya Navçeyê li ser îxbarê li herêma Taşocaxî ya li ser rêya Şorgolê xebat dan destpêkirin.


Di xebatê da 6 kesên ku hat tesbîtkirin 10 sonekên (werdek) beyanî bi sîlahê kuştine, bêyî belge bi qaçaxî derketine nêçîrê bi 6 sîlahan hatin girtin. 10 hezar û 500 lire ceza li van nêçîrvanên qaçax hat birîn.


Rêveberê Şaxa Mûşê ya Parastina Siruştê û Parkên Neteweyî Alî Haydar Daşdemîr daxuyanî da nûçegihanan û diyar kir ku ji ber nêçîra qaçaxî û temînkirina sîlahên bêrûhset rapor hat girtin û cezayê îdarî hat birîn.


Daşdemîr got di mijara nêçîrvaniyê de dibêje bi baldarî tev bigerin û wiha axivî: "Ji bo ku ceza li wan neyê birîn dibêje teqez belgeya nêçîrvaniyê bi xwe re bigerînin û çekên bêrûhset bi kar neynin.”


Daşdemîr diyar kir ku piştî karûbarên fermî ew dê sîlahên ku hatin girtin derxin kêmgirî (îhale) û bifroşin.