Fuad Hisên: Rûsya bo avêtina roketan agahdarî nedaye Kurdistanê

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Hisên ragihand, Rûsyayê derbarê avêtina roketan û derbasbûna wan di ser esmanê Kurdistanê re ti agahî nedane Herêma Kurdistanê.

  

Îro şandeke pilebilind a Amerîkayê bi serokatiya Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken serdana Başûrê Kurdistanê kir û bi rayedarên Başûrê Kurdistanê re civîn pêk anîn.

 

Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Hisên di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand: “Dî hevdîtina îro de, amerîkiyan ti gaznide negihandin me.”

 

Derbarê avêtina mûşekên Rûsyayê de û derbasbûna wan di ser esmanê Başûrê Kurdistanê re Fuad Hisên ragihand, Rûsya derbarê vê yekê de bi ti awayî Herêma Kurdistanê ji wê yekê agahdar nekiriye.

 

Fuad Hisên derbarê helwesta şanda Amerîkayê li hember rawestandina geştên esmanî yên Herêma Kurdistanê de jî got: “Bo amerîkiyan tiştekê seyr bû ku geştên Herêma Kurdistanê ji ber avêtina mûşekên Rûsyayê hatibin sekinandin.”

 

Ligel Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken, herwiha Balyozê Amerîka li Iraqê Stuart Jones û hejmarek ji şêwirmendên Wezareta Derve ya Amerîkayê jî serdana Kurdistanê kirine.