Celewla bi temamî hat rizgarkirin
Celewla (Rûdaw)- Berdevkê Hêzên Pêşmerge li eniya Germesêrê Emîd Ehmed Letîf ragihand ku, nahiyeya Celewla a girêdayî Xaniqînê bi temamî hat rizgarkirin û çekdarên DAIŞê li wir nemane.
Berdevkê Hêzên Pêşmerge li eniya Germesêr Emîd Ehmed Letîf ji Rûdawê re ragihand: “Hêzên Pêşmerge nahiyeya Celewla bi temamî rizgar kirin.”
Emîd Ehmed Letîf wiha domand: “Şer û pevçûn li Celewla bi dawî hat û çekdarên DAIŞê li wir neman.”
Letîf da zanîn ku, “Çekdarên DAIŞê gellek term li şûna xwe li Celewlayê hiştine.”
Vê sibehê seat 05:00 Hêzên Pêşmerge ji 5 aliyan êrişî kirin ser çekdarên DAIŞê û ji her 5 aliyan serkeftin bi dest xistin.