Pêşmerge li Celewla pêşve diçe

23-11-2014
RÛDAW
A+ A-

Germesêr (Rûdaw)- Hêzên Pêşmerge li Celewla pêşve diçin û burcê taxa Wehde yê Celewlayê xistin destê xwe û di demeke nêzîj de, wê Celewla bi temamî bê rizgarkirin.

Peyamnêrê Rûdawê li Germiyanê ragihand: “Hêzên Pêşmerge piştî şerekî giran, karîn burcê taxa Wehde û avahiya nahiyeya Celewla bi temamî bixin destê xwe û tê çaverêkirin ku di demeke nêzîk de taxa Wehde bi temamî bixin destê xwe.”

Herwiha Berdevkê eniya Germesêr Emîd Ehmed Elî ji Rûdawê re ragihand: “Pêşmerge soza serkeftinê dide û îro tevahiya Celewlayê kontrol dikin.”

Emîd Ehmed Elî wiha domand: “Rizgarkirina tevahiya navçeyên Kurdistanê armanca Hêzên Pêşmerge ye. Di qonaxa yekê de jî emê ji Celewlayê dest pê bikin.”

Li gorî amarên dawî yên nexweşxaneya Xaniqînê, di şerê îro de 5 Pêşmerge şehîd bûne. Herwiha hejmarek mezin ji çekdarên DAIŞê hatine kuştin û termên xwe li şûna xwe hiştine.


Vê sibehê seat 05:00 Hêzên Pêşmerge ji 5 aliyan êrişî kirin ser çekdarên DAIŞê û ji her 5 aliyan serkeftin bi dest xistin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst