Celewla (Rûdaw) – Nahiyeya Celewlayê ya Başûrê Kurdistanê ku girêdayî parêzgeha Diyale ya Iraqê ye, piştî 4 mehan ji aliyê hêzên Pêşmerge ve ji destê DAIŞê hat standin.
Çekdarên DAIŞê meha Tîrmeha îsal nahiyeya Celewlayê girtin û heta şeva borî jî tê de bûn.
Lê hêzên Pêşmerge piştî şerekî giran karîn wê devera Başûrê Kurdistanê ji destê DAIŞê rizgar bikin û dilê xelkê wir şa bikin.
Piştî rizgarkirina Celewlayê, Rûdaw çû nav bajêr. Ew der jî mîna her deverên din ên ku DAIŞê girtibû, wêran bûye her wiha çekdarên DAIŞê tijî mîn û bombe kirine…
Xanî û malên kurdên wê derê hemû hatine teqandin…
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse