Celewla: Tenê taxek di destê DAIŞê de maye
Celewla Kerkûk (Rûdaw)- Bajerokê Sediye û Celewlayê di demeke nêzîk de, wê ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve bên kontrolkirin.
Berdevkê Hêzên Pêşmerge li eniya Germesêr Emîd Ehmed Letîf ji Rûdawê re ragihand: “Niha piraniya taxên bajerokê Celewlayê di destê Hêzên Pêşmerge de ne û tenê taxa bi navê Burcekeyê di destê çekdarên DAIŞê de maye, ku ew jî dorpêçkiriye û tevger heye bo rizgarkirina wê.”
Wî fermandarê Hêzên Pêşmerge wiha got: “Vê sibehê seat 05:00 Hêzên Pêşmerge ji 5 aliyan êrişî kirin ser çekdarên DAIŞê û ji her 5 serkeftin bi dest xistin.”