Li Semsûrê du kom bi kêran pev çûn
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Kolikê ya Semsûra Bakurê Kurdistanê di navbera du koman de şer derket û wan hev da ber kêran.
Di encamê de 2 kes birîndar bûn.
Li Taxa Huriyetê ya Semsûrê di navbera du koman de ji ber sedemeke nediyar nîqaş derket.
Nîqaş mezin bû û guherî şer û B.H û S.H ji lingê xwe bi kêrê birîndar bûn.
Tîmên tenduristiyê birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Kolikê.
Pişte jî tîmên tenduristiyê ji ber rewşa wî ya xeter S.H veguhast Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Semsûrê.
Polîsan kesekî ku tê îdiakirin tevî bûyerê bûye desteser kir.