Hevseroka HDPyê ya Mûşê hat desteserkirin

23-10-2023
Nîşan Mûş HDP Hevserok Desteserkirin Bermal Nergiz
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şaxa Mûşê Bermal Nergiz, hat desteserkirin.

Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê, li parêzgeha Mûşê ya Bakurê Kurdistanê, îro bi ser gelek malan de girt û çend kes desteser kirin.

Di operasyonê de Hevseroka HDPyê ya Şaxa Mûşê Bermal Nergiz jî hat desteserkirin.

Polîsan deriyên mala Nergizê şikandin û bi zorê ketin mala wê.

Polîsan Nergiz ji bo karên îfadewergirtinê bir Rêveberiya Ewlehiyê ya Mûşê.

Li aliyê din, heta niha nayê zanîn çend kes hatine desteserkirin.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, hêzên ewlehiyê rojane bi ser malan de digirin û bi “hinceta PKKyê” xelkê sivîl û siyasetmedarên Kurd desteser dikin.

Herwiha îro li Stenbolê endamê Meclîsa Rêveberiya DBPyê Alî Gultepe û endamê HDPyê Cuneyt Yeşîlyurt hatin desteserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst