Nêçîrvan Barzanî û Mark Straw civiyan: 'Hevahengiya Hewlêr û Bexdayê girîng e'

23-10-2023
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Mark Straw Hevdîtin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Konsulê Amerîkayê yê Hewlêrê Mark Straw civiyan.

Serokatiya Herêma Kurdistanê derbarê hevdîtina Nêçîrvan Barzanî û Mark Straw daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniyê, di hevdîtinên de “pêşhateyên dawiyê yên li herêmê û êrişên ku hêzên Amerîkayê dikin armanc” hatin gotûbêjkirin.

Di hevdîtinê de xeyn ji van mijaran, “şerê Hemas-Îsraîlê û hevahengiya ewlehiyê ya di navbera Hewlêr û  Bexdayê de” hatin nirxandin.

Her du aliyan nîgeraniya xwe ya ji ber bûyerên dawiyê yên li Rojhilata Navînê anî ziman.

Barzanî û Mark Straw da zanîn ji parastina hêzên Hevpeymaniya Navdewletî girîng e.

Herwiha Serokê Herêma Kurdistanê û Konsulê Amerîkayî destnîşan kir ku ji bo parastina aramî û ewlehiyê hevahengiya di navbera Pêşmerge û hêzên Îraqî de girîng e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst