Li Dêrezorê 6 DAIŞî hatin girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Ewlehiya Hundirîn a Rêveberiya Xweser, li rojavayê Dêrezorê di operasyoneke taybet de 6 çekdarên DAIŞê girtin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku hêzên wan di operasyoneke taybet de li rojavayê Dêrezorê 6 çekdarên DAIŞê desteser kirine.

Navenda Ragihandinê herwiha destnîşan kir ku hêzên wan dest daniye ser gelek çek û teqemeniyan.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk ( HSD) 22yê Çiriya Pêşînê ragihandibû ku wan di operasyoneke taybet de li bajarokê Til Hemîsê yê başûrê Qamişloyê çekdarekî DAIŞê girtiye.

HSDyê 16ê Çiriya Pêşînê jî li bajarokê Şihêlê yê li rojhilatê Dêrezorê 4 çekdarên DAIŞê girtibûn.