ROJAVA – Li Serê Kaniyê talan didome

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê çekdarên grûpa el-Hemzatê dest danî ser sê barhigirên taybet ên projeya "Germkirina Zivistanê."

Dihat plankirin ku amûrên germkirinê en di van barhilgiran de li 300 malbatên Serê Kaniyê bihatana dabeşkirin.

Li gorî çavkaniyên Rêveberiya Xweser, amûrên di van her sê barhilgiran de ji çadir, sobe û êzingan pêk dihatin.

Piştî ku çekdarên grûpa el-Hemzatê dest danî ser van barhilgiran, ew birin bajarokê Silûkê yê li başûrê Girê Sipiyê û barên wan xistin depoyên xwe.

Sibata 2022yan, grûpên El-Hemzat, el-Mutesim û Ceyş el-Îslamê yên ser bi Tirkiyeyê ve dest danîbû ser berhemên gundên Ellok, Mirîkîs, Dawidiyê, Reyhaniyê, Qasimiyê û Sefihê yên li rojhilatê başûrê Serê Kaniyê.