Ji bo 4 bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya barana gur

23-10-2023
Nîşan Bakurê Kurdistanê Baran Hişyarî Sêwaz Erzingan Dêrsim Erzirom
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ji bo parêzgehên Sêwaz, Erzingan, Dêrsim û Erziromê yên Bakurê Kurdistanê hişyariya barane hat dayîn.

Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ji bo bajarên Sêwaz, Erzingan, Dêrsim û Erziromê hişyariya barana gur da.

Saziya Keşnasiyê ragihand ku îro li van 4 bajaran baraneke gur dibare û li bajarên din ên Bakurê Kurdistanê jî hewa ewrawî ye lê baran nîne.

Li bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê pileya germê li gorî şertên demsalê di asta asayî de ye.

Îro pileya germê li Erziromê 17, li Qersê 18, li Meletiyê 24, li Wanê 17, li Amedê 25, li Dîlok û Rihayê 28 û li Sêrtê 28 e.

Li Tirkiyeyê jî tenê li hinek bajarên Herêma Deryaya Reş û Herêma Anatoliyaya Navîn baran heye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Îsmaîl Beşîkçî û Nêçîrvan Barzanî /Wêne: Serokatiya Herêma Kurdistanê

Nêçîrvan Barzanî spasiya Îsmaîl Beşîkçî kir

ku Nêçîrvan Barzanî ji ber ku li ser Kurdan lêkolîn kirine û di bidestxistina mafên xwe de piştgiriya gelê Kurd kiriye spasiya Îsmaîl Beşîkçî kir