Li Rojavayê Kurdistanê erişî binkeya Amerîkayê hat kirin

23-10-2023
RÛDAW
Nîşan Amerîka Rojavayê Kurdistanê Êrişên Dronî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê bi dronê êrişî binkeya Amerîkayê hat kirin.

Li gorî çavkaniyên herêmî, li bajarê Dêrikê bi droneke ku nayê zanîn a kîjan welatî ye êrişî binkeya Amerêkayê ya Rûbaryayê hatiye kirin.

Di êrişê de ziyanên madî çêbûne lê nayê zanîn ku ziyanên canî hene yan na.

Têkildarî êrîşê hê ti daxuyanî nehatine dayîn.

Îro sibehê jî bi 3 dronan hewl hatibû dayîn ku êrişî binkeya Amerîkayê ya Tenefê ya li başûrê Sûriyeyê bikin.

Grûpên çekdar ên ku Îran piştgirîya wan dike, car caran bi roket û dronan êrişî binkeyên Amerîkayê yên li Dêrezorê dikin.

Herêmên tên armanckirin di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk de ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst