ÊLIH - Barhilgir bi ser otomobîlê de qulibî: Kesekî canê xwe ji dest da

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê barhilgirek bi ser otomobîlekê de qulibî û di encamê de kesekî canê xwe ji dest da.

Li Taxa Gultepeyê ya Êlihê barhilgirek ku barê wê qum bû ji paş ve li otomobîlekê da û bi ser de wergeriya.

Li ser ser agahdarkirin tîmên hawarçûnê , polîs û parastina sivîlan çûn bûyerê hatin şandin.

Şofêrê otomobîlê M.G. li cihê bûyerê canê xwe ji dest da.

Herwiha şofêrê barhilgirê ji aliyê polîsan ve hat desteserkirin.