Li Amedê pevçûna malbatan: 2 kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Rezanê ya Amedê du malbat de pev çûn û di encamê de 2 kes birîndar bûn.

Li Taxa Yenîkoyê ya navçeya Rezanê ji ber sedemek ne diyar du melabt pev çûn.

Her du malbat di wê pevçûnê de çek li hev kişandin û di encama gulebaranê de 2 kes birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê polîs û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Birîndar bi ambulansan veguhestin nexweşxaneyên bajêr.

Piştî bûyerê polîsan li taxê tedbîrên ewlehiyê zêde kirin.