Serokê HUDA PARê ji bo Xezeyê bangî 'alema Îslamê' kir

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu derbarê êrişên Îsraîlê yên li Xezeyê “bangî alema Îslamê kir.”

Zekeriya Yapicioglu di banga xwe de got:

“Ez bangî alema Îslamê tevî dikim. Di serdemeke wisa de ku heq û batil ji hev xuya ye, qet nebe di vê mijarê de em yek sef bin.

Em wekî kulmeke şidandî li hemberî zulmê rawestin."

Yapicioglu li navçeya Artemêtê ya Wana Bakurê Kurdistanê beşdarî 4emîn Kongreya HUDA PARê ya Wîlayetê ya asayî bû.

Yapicioglu behsa rewşa mirovî ya Xezeyê kir û ji bo êrişên Îsraîlê yên li Xezeyê banga “yekkirina hêza li welatên Îslamî” kir.

“Li aliyekî zalim li aliyê din jî mezlûm hene”

Yapicioglu got, "Ez bangî alema Îslamê tevî dikim. Di serdemeke wisa de ku heq û batil ji hev xuya ye, qet nebe di vê mijarê de em yek sef bin.

Em wekî kulmeke şidandî li hemberî zulmê rawestin. Behsa 2 aliyan tê kirin, bang li her du aliyan hat kirin. Erê 2 alî hene lê belê li aliyekî zalim li aliyê din jî mezlûm hene.

Li aliyekî dagirker, li aliyekî jî berxwedêrên ku dixwazin welatê xwe biparêzin hene."