Rêveberiya Xweser 51 trafo li herêma Cizîrê belav kirin

23-10-2022
RÛDAW
Nîşan Rêveberiya Xweser Elektrîk
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Xweser 51 trafo (transformer) li bajar û bajarokên herêma Cizîr a Rojavayê Kurdistanê belav kirin.

Desteya Enerjiyê ya Rêveberiya Xweser, roja 23ê Cotmehê ragihand ku ji ber sîstema elektirîkê di sê salên borî de rûbirûyê têkdan û diziyê bûye, wan 51 trafo (transformer) li bajar û bajarokên herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê belav kirine.

Hat diyarkirin ku 16 trafo (transformer) bo bajarê Hesekê, 6 bo Şedadê, 9 bo Holê, 4 bo Amûdê, 3 bo Dirbêsiyê, 5 bo Til Berak, 3 bo Til Hemîs û yek bo Qamişloyê û yek jî bo Tirbe Spiyê.

Li gor heman çavkaniyê, nirxê 51 trafoyan (transformer) dike 250 hezar dolar ku di navbera 25 heta 360 kîlo voltan de elektrîkê didin.

Li Sûriyê bi giştî û li Rojavayê Kurdistanê bi taybetî, elektrîka giştî her 5 demjimêran demjimêrekê digihê malan, ji xeynî Şamê her 4 demjimêran 2 demjimêran elektrîk digihê malan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst