Weşanxaneyên Kurdî ji bo 5emîn Pêşangeha Pirtûkan a Êlihê nehatine vexwendin
Êlih (Rûdaw) – Pêncemîn Pêşangeha Pirtûkan a Êlihê ya ku di 13ê Cotmehê de dest pê kir, bêyî weşanxane û pirtûkên Kurdî berdewam dike lewra ji bo pêşangehê weşanxaneyeke Kurdî jî nehatiye vexwendin.
Di pêşengeha ku bi hevkariya parêzgarî û şaredariya Êlihê tê birêvebirin de nêzîkî 150 weşanxaneyên Tirkî bi 5 milyon pirtûkan beşdar bûne lê di pêşangehê de wek weşanxaneya Kurdî tene Nûbihar heye ku ew jî dibêjin “em bi tesadûfî jê haydar bûn û me xwe bi zehmetî daye qebûlkirin.”
Xwediyê Nûbiharê Silêman Çevîk diyar kir ku sala borî ew nevxwendibûn û got, “Par jî em dawet nekiribûn îsal jî em dawet nekirin. Me bi rêveberiya çandê re xeber da, em çûn şaredariyê, me got divê em li vir bin. Potansiyela me li vir heye, xwînerên me li vir hene, em weşangeriya Kurdî dikin, ev der bajarekî Kurdan e, em vî karî dikin û xitabî vir dikin, bi vî şiklî me ew mecbûr kirin û cîh dan me.”
Di pêşangehê de nebûna weşanxaneyên Kurdî û di nav weşangerên Kurd de bû cîhê nerazîbûnê.
Xwediyê Pirtûka Kurdî û Weşanên Dara Bawer Berşev anî ziman, “Prosesa beşdarbûna fûaran bi du cûre ye, yan ew vedixwînin yan jî em haydar dibin û serî lê didin bi vî awayî ye. Binêrin Batman navenda Kurdan e lê gazî tu weşangerekî Kurd nekirine. Sedem ev e bi min. Naxwazin tu weşanxaneyeke Kurdan beşdar bibin çimkî a niha di aliyê meseleya Kurdî de rewşa Tirkiyê ne baş e û yên van karan amade dikin jî hem ditirsin hem jî naxwazin weşanxaneyên Kurdan beşdar bibin.”
Nivîskarên Elihî jî yên wek nivîskarên Êlihê di pêşengehê stant vekirine pirtûkên xwe îmze jî dikin nevexwendina weşanxaneyên Kurdî ya ji bo pêşangehê wek kêmasiyek, neheqiyeke mezin li xwînerên Kurd bi nav dikin.
Nivîskar Bihar Sevîm got, “Tenê weşanxaneyeke Kurdî heye ku dipirsin em dişînin wir, dema ew pirtûkên ku dixwazin li wir tunebin destvala ji vir diçin.”
Nivîskar Ekrem Işık got, “Ev kêmasiyek e, em dixwazin ji her zimanî li vir hebe. Erebî jî, Tirki jî, Kurmancî jî, Zazakî jî çiqas ziman hebin ji bo xelkê ewqas baştir çêdibe.”
Nivîskar Zafer Zana anî ziman, “Ev mesele ji ber pergala dewletê ye. Gava riza pergalê tune be weşanxaneyên me nikarin werin van deran. Li gor riza wan e.”
Pêşengeha ku bêyî weşanxane û pirtûkên Kurdî di 13ê Cotmehê de deriyên xwe ji xwîneran re vekiribû di 23ê mehê de bi dawî dibe.