Hewlêr (Rûdaw) – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ragihand ku Girtîgeha Amedê bi temamî hate valakirin û ew dê bibe muzexane.
Serokomarê Tirkiyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyip Erdogan îro Yekşemê 23yê Cotmeha 2022yan ji bo beşdarîkina merasima vekirina giştî ya Rêya Hawîrdor a Amedê, 1525 avahiyên TOKIyê, 17 kargehan, mizgeftek, û projeyên din ên ku çêkirina wan temam bûne, serdana Amedê kir.
Erdogan li Meydana Îstasyonê ya Amedê gotarek pêşkeş kir. Erdogan di destpêkê de çend pankartên di qada mîtîngê de hatibûn rakirin xwendin û yek ji wan jî bi Kurdî (Can û ceger Erdogan, ronahiya çavên min Erdogan) hatibû nivîsandin.
Erdogan got: “Rengê Amedê ne zilm, zext û êş e, lê rengê vekirina kargehan e. Em bi hemû gelê xwe re ji dil û can ji Amedê hez dikin. Amed bajarê şaristaniya me. Rengê Diyarbekirê îstismara PKKyê yan jî jirêderketina HDPyê nîne. Îro tişta ku em bi hev ra nîşan didin biratî, mihebet û yekîtî ye.”
Erdogan bêyî ku nav bide derbarê nasnemaya hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demîrtaş û hevserokê niha Mithat Sancar de axivî û got: “Kesê ku niha di Girtîgeha Edîrneyê de ye gelo têkiliya wî bi Kurdbûna re heye? Na. Lê ew birayên min ên kurd îstîsmar dike. Herwiha hevserokê partiya wan ê niha jî ne Kurd e, lê Kurdan îstîsmar dike.”
Di berdewamiya axavtin xwe de Erdogan da zanîn ku Girtîgeha Amedê bi temamî hate valakirin û ew dê bibe muzexane û got: “Wezareta Dadê girtîgehê bi temamî vala kiriye. Wezareta Daddê îro girtîgehê dewrî Wezareta Çand û Turîzmê kir. Ev avahiya ku dê tê de muzexane, pirtûkxane û gelek beşên çand û hunerê hebin ji niha de li ser xêrê be. Girtîgeha Amedê ya ku di rabirdûyê de bibû mijara zilm û bîranînên xirab dê him di qada bîr û him jî qadên cuda de wek mekanekê xizmetê bide.”
Di beşeke din axavtina xwe de Erdogan amaje bi wê yekê kir ku “aramî û ewlehiya Amedê” ji bo wan bes e û got: “Tenê li Amedê aramî têrê nake. Divê li Iraq û Sûriye jî aramî pêk were. Em ji bo welatê me bibe girava aramiyê dixebitin. Rêxistinên terorê û zorbeyên emperyalîst ku hevsarê rêxistinên terorê di destê wan de ye dê nikaribin rê li ber me bigirin."
Li Bakurê Kurdistanê û di bîreweriya xelkê herêmê de Girtîgeha Amedê wek cihê îşkence, lêdan û kiryarên dijî mirovî bi taybet di salên 1980-1990 de tê naskirin û bi sedan welatî, siyasetvan û çalakvanên Kurd li wê girtîgehê hatine îşkencekirin.
Ev zîndan, bi taybetî piştî darbeta leşkerî ya 12ê Îlona 1980'î ku li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê hate îlankirin, bû navenda êşkenceya li dijî Kurdan. Li vê zîndanê desthilatdariya Tirkiyê, li hemberî Kurdan her cûre êşkence dida meşandin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse