Li Minbicê mamoste û şofêrên taksiyan ketin grevê

23-10-2022
RÛDAW
Bajarê Minbicê
Bajarê Minbicê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Ji ber rewşa aborî ya zehmet ku herêmê heye, îro hejmarek mamoste û şofêrên taksiyan li herêma Minbicê dest bi grevekê kirin û daxwaza zêdekirina mûçe û kirêyan dikin.

Nirxê Lîreyê Sûrî li bermaber Dolarê Amerîkî her ku diçe dadikeve û ji ber wê jî rewşa aborî ya xelkê li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê xirabtir dibe.

Îro Yekşembê 23ê Cotmeha 2022an her dolareke Amerîkî bi 5.300 Lîreyên Sûrî bû, ji ber wê yekê jî li Minbicê jî weke navçeyên din ên Sûriyê û navçeyên di bin desthilata Rêveberiya Xweser de her tişt buha bûye.

Mamoste û şofêrên teksiyan îro li bajarê Minbicê yê di bin kontrola Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûriyê (Rojava) de ketin grevekê û kar nekirin.

Kesên beşdar di grevê de daxwaza zêdekirina mûçeyên xwe û bilidnkirina kirêyan dikin, ji ber rewşa aborî ya zehmet ku ew têre derbas dibin.

Hinek şofêran ji medyaya xwecihî re ragihandine ku ew venagerin ser kar heta ku çareseriyên guncaw ji pirsgirêkan re neyê dîtin.

Şofêrên beşdar di grevê daxwaz kirine ku rêveberiya sotemeniyê û rêveberiya veguhastinê yên ser bi Rêveberiya Sivîl a Minbicê ji bo pirsgirêkên wan çareseriyan bibînin.

Mamosteyên tevli grevê bûne jî heman daxwazê ji Desteya Perwerde û Fêrkirinê dikin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst