Kesên nenas otombîla pizîşkekî Kurd li Dirbêsiyê şewitandin

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Dirbêsiyê yê Rojavayê Kurdistanê kesên nenas îro otombîla doktorekî Kurd şewitandin.

Bûyer serê sibeha îro Yekşembiyê 23ê Cotmeha 2023an li navenda bajarê Dirbêsiyê çê bûye, lê nehatiye zanîn ku otomobîl ji aliyê kî ve hatiye şewitandin an armanca wan çi bûye.

Li gor zanyariyên Rûdawê, pizîşkê ku otomobîla wî hatiye şewitandin, navê wî Mihemed Îsa Mela Ibrahîm e.

Asayişa Rêveberiya Xweser heta niha derbarê bûyerê de daxuyanî nedaye.

Dirbêsiyê bajarekî sînorî ye û dikeve rojavayê bajarê Qamişlo û dikeve navbera herdu bajarên Amûdê û Serê Kaniyê yên Rojavayê Kurdistanê.