Serokê ITCê Hesen Turan: Kurd nikanin maddeya 140 pêk bînin, ji bo Kerkûkê êdî dora Tirkmenan e

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Eniya Tirkmenî ya Iraqê (ITC) Hesen Turan ragihand, Kurd nikarin xala 140emîn a Destûra Bingehîn a Iraqê ku di makezagonê de hatiye diyarkirin wek xwe bi cih bînin. Turan got, “niha dora Tirkmenan e ku li Kerkûkê posta parêzgariyê werbigirin” û diyar kir, tu civakek bi tena serê xwe nikare Kerkûkê birêve bibe û biryar li qedera wê bide.

Serokên partî û aliyên siyasî yên Tirkmen îro li avahiya Eniya Tirkmen a Iraqê (ITC) ya li paytexta Iraqê Bexdayê li hev civiyan û piştre civîneke çapemeniyê saz kirin.

Serokê ITCê Hesen Turan piştî civînê ji peyamnêrê Rûdawê yê Bexdayê Enmar Xazxî re behsa gotara li ser çarenivîsa navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê kir ku di Destûra Iraqê de wek "Herêmên Nakok" hatine qeydkirin.

Hesen Turan got, “Cîbicîkirina maddeya 140 bi lihevkirina siyasî pêkan e. Kurd nikarin vê maddeyê weke ku di makezagonê de hatiye pêk bînin. Ji ber ku Neteweyên Yekbûyî jî di rapora xwe ya 2018’an de banga lihevkirina siyasî berî cîbicîkirina wê maddeyê kir.”

Di beşeke din a axaftina xwe de, Serokê Eniya Tirkmenên Iraqê behsa helwesta tirkmenan derbarê paşeroja Kerkûkê de kir û ragihand, “Helwêsta Tirkmenan zelal e û divê lihevkirineke siyasî di navbera Tirkmen, Kurd û Ereban de li Kerkûkê hebe ji bo rêvebirina wê parêzgehê, dosyeya ewlehiyê û paşeroja parêzgehê. Wê demê çêdibe ku li ser modelekê lihevkirin bê kirin û bi lihevkirina bi hemû aliyan re bê cîbicîkirin.”

Hesen Turan destnîşan kir, “Serdema sepandina îradeya pêkhateyan derbas bûye. Pêkhateyek bi tena serê xwe nikare parêzgehê birêve bibe û biryar li çarenivîsa Kerkûkê bide.”

Di bersiva pirseke din a Rûdawê ya têkildarî rewşa ewlehiya Kerkûkê de, Serokê Eniya Tirkmenî ya Iraqê rewşa Kerkûkê weke “pir baş” bi nav kir û got, “Bi nêrîna min dosyeya ewlehiyê ji ber ku ji aliyê navendê ve serpireştiya wê tê kirin, pir baş e. Divê rêvebirina Kerkûkê bidin pêkhateya Tirkmen. Pêkhateya Kurd derfeta xwe wergirt û pêkhateya Ereb jî derfeta xwe wergirt. Niha dora Tirkmenan e ku posta Kerkûkê werbigrin.”