Piştî serdana Erdogan parêzgariyê peyam da: Spas Diyarbekir!

23-10-2022
RÛDAW
Nîşan Amed Diyarbekir Erdogan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgariya Amedê piştî serdana îro ya Serokkomarê Tirkiyê Erdogan bo bajêr ji welatiyan re peyama spasiyê şand.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan îro serdana bajarê Amedê kir û beşdarî di merasima hin projeyan de, wek rêya derdora Amedê, 1525 avahiyên niştecîkirinê, 17 cihên kar û mizgeftekê kir.

Parêzgariya Amedê piştî serdana Erdogan, bi rêya sms’ê spasiya welatiyên bajêr kir.

Di peyamê de bi her du zimanê Tirkî û Kurdî bi gotina “Spas Diyarbekir”, ji ber amadebûna di pêşwaziya Erdogan de spasiya xelkê Amedê hatiye kirin.

Herwiha di peyamê de tê gotin: “Îro di merasima vekirina wan xebatên ku li Diyarbekirê hatine kirin, em bi deh hezaran hevwelatiyên xwe re bûn evîndarên Serokomarê xwe Recep Tayyip Erdogan. Xizmetên ji bo Diyarbekira me û bo hembajariyên me li ser xêrê bin.”

Parêzgariya Amedê rojek berî serdanê jî di peyamê de gotibû ku Erdogan dê li Meydana Stasyonê û di merasima vekirina hin projeyan de beşdar bibe û bang li xelkê kiribû ku di merasimê de amade bibin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst