Erdogan pêşniyara guhertina destûra bingehîn li CHPê kir

23-10-2022
Loloxan
Erdogan pêşniyara guhertina destûra bingehîn li CHPê kir
Erdogan pêşniyara guhertina destûra bingehîn li CHPê kir
Nîşan Destûra Bingehîn AKP CHP
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan berî ku biçe Amedê, serdana parêzgeha Meletî ya Bakurê Kurdistanê jî kir û çend proje li wir jî vekirin. Erdogan li wir berê xwe da CHPê û Serokê wê û pêşniyara guhertina destûra bingehîn kir. Serokê CHPê jî bi tweetekê bersiva wî.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ji bo vekirina hejmareke projeyên xizmetguzariyê roja 22ê Cotmeha 2022an serdana bajarê Meletiyê kir. Hejmareke zêde ya xelkê li navenda bajarê Meletî yê Bakurê Kurdistanê kom bûn.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan got, “Ji bo azadiya hîcabê min çi pêşniyar kir? Min got, werin em di destûra bingehîn de biçespînin. Me ev guhertina destûra bingehîn amade kir û şand parlamentoyê, ew pêk were yan na ne girîng e. Mijar ew e ku gel rûyê wan ê rasteqîn bibîne.”

Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) partiyeke Îslamî ye û ji sala 2013an ve qedexeya demdirêj a li ser hîcabê li saziyên dewletê rakir.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan anî ziman, “Ez îro li Meletiyê vê yekê cara yekem radigihînim. Em dikarin wê yekê bikin, ew çi ye? er hûn diwêrin werin em vê bibin referandûmê. Eger ev mijar di parlementoyê de neyê çareserkirin, bila em vê yekê bigihînin gel; Bila gel biryarê bide.”

Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu li ser pêşniyara Erdogan tweetek belav kir û gto, “Çi bûye? Tu yê bibî Orbanekî sexte Erdogan? Ev der Tirkiye ye, ne Macaristan e. Piştgiriyê bidin projeyasayê. Referandûm bo çi ye? Heger hûn nerevin dê ev yek çareser bibe; zilam êdî nikarin behsa cilên jinan bikin. Ew cesaret li ba te heye?”

Pêşniyara Erdogan a ji bo guhertina destûrê û pêkanîna referandûmekê piştî wê yekê hat ku Serokê CHPê destpêka vê mehê li xwe mikur hat ku wî dema borî di mijara hîcabê de şaştiyek kiriye û got, ew ê li parlamentoyê bi derxistina yasayeke mafên wan kesên ku dixwazin serê xwe bipêçin biparêze. Di salên 1990î de hîcab di nava gotûbêjan de bû lê îro li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê ku piraniya wê Misilman in, ti kes pêşniyara qedexekirina wê nake.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst