Ebdulhey Okumuş: Erdogan di Pirsa Kurd de têkiliya xwe û gelê Kurd ji hev qut kiriye

23-10-2022
RÛDAW
Ebdulhey Okumuş: Erdogan di Pirsa Kurd de têkiliya xwe û gelê Kurd ji hev qut kiriye
Ebdulhey Okumuş: Erdogan di Pirsa Kurd de têkiliya xwe û gelê Kurd ji hev qut kiriye
Nîşan Erdogan Amed DDKD
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan îro ji bo merasîma vekirina çend projeyan li Amed a Bakurê Kurdistanê bû. Endamê Komeleya Şoreşger a Demokrata Kurd (DDKD) Ebdulhey Okumuş li ser serdana Erdogan got, “Ez dibêjim Serokkomarê Tirkiyê di Pirsa Kurd de têkiliya xwe û gelê Kurd ji hev qut kiriye. Gelê Kurd jî vê yekê dibîne, Kurdên ku li metropolên Tirkiyê dijîn yên ku ji ber aboriyê pê re bûn jî jê dûr ketine.”

Serokomarê Tirkiyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyip Erdogan îro Yekşemê 23ê Cotmeha 2022an ji bo beşdariya merasîma vekirina giştî ya Rêya Hawîrdor a Amedê, 1525 avahiyên TOKIyê, 17 kargehan, mizgeftek, û projeyên din ên ku çêkirina wan temam bûne, serdana Amedê kir û li Meydana Îstasyonê ya Amedê gotarek pêşkeş kir.

Endamê Komeleya Şoreşger a Demokrata Kurd (DDKD) Ebdulhey Okumuş îro Yekşemê beşdarî bultena Rûdawê bû û li ser serdana Erdogan a Amedê axivî.

Endamê Komeleya Şoreşger a Demokrata Kurd (DDKD) Ebdulhey Okumuş li ser armanca serdana Erdogan got, “Bê guman ne 140 proje 1400 proje bin jî ku gelek ji wan berê ve qediyabûn, bi temamî amûrên siyaseta hilbijartina pêşerojê ye ya Hezîrana 2023an e, bikaranîn e. Meriv gava baş bala xwe dide, behsa qîrkirina rêyan, hinek karên şaredariyan ku li ser rêyan çêkirine û bendavan dike. Ev hemû karê esasî yê desthilatdariyekê ne. Karê xwe yê xwezayî kirine. Dema ku ev weke minetekê li ser gel were bikaranîn, bi temamî ji bo hilbijartinan îstismarkirin e.”

"Peyamên ku Serokkomar li Amedê bide, ji hemû Kurdan re ye"

Ebdulhey Okumuş “Wek ku tê zanîn Amedê, navenda Kurdên Bakur hemûyan e. Loma peyamên ku Serokkomar li wir bide, ji hemû Kurdan re ye. Gelê Kurd hêviyeke wê hebû ku behsa Pirsa Kurd, pirsgirêka azadiyan, pirsgirêka demokrasiyê, pirsgirêka mafên mirovan û pirsgirêka aboriyê ya ku gel evqasî di bin zextê de ye û zehmetiyê dikşîne jî nekir. Wisa xuya ye ku gava hatiye Amedê stratejiya xwe li ser behsnekirina van meseleyan tesbît kiriye. Gelekî zelal e ku gelê Kurd ev avaxtin û projeyên ku behsê kir wê bandorekê li ser dengê gelê Kurd nekir.”

"Peyameke ku gelê Kurd pê kelecan bibe tunebû"

Ebdulhey Okumuş her wiha destnîşan kir ku wan tiştekî girîng di axavtina Erdogan de nedîtine û got, “Peyameke ku gelê Kurd pê kelecan bibe û bi aliyê xwe bikşîne me nedît. Loma ez dibêjim Serokkomarê Tirkiyê di Pirsa Kurd de têkiliyê xwe û gelê Kurd ji hev qut kiriye. Gelê Kurd jî vê yekê dibîne, Kurdên ku li metropolên Tirkiyê dijîn yên ku ji ber aboriyê pê re bûn jî jê dûr ketine. Wiha xuya ye dê pergala xwe li ser zext û zorê bimeşîne.”

Ebdulhey Okumuş anî ziman, “Pir zelal e ku ji bajar û bajarokan xelk anîn û ew qad tije kirin. Li bajar û bajarokên Amedê karmendên ku ne Kurd in jî gelek in û wekî din zext li karmendan tê kirin ku li wê qadê amade bin. Ew coşa ku hêvî dikir nedît.”

Erdogan di serdana xwe ya îro de ragihand ku Girtîgeha Amedê bi temamî hate valakirin û ew dê bibe muzexane. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst