HSD: Nûçeyên Wezareta Berevaniya Tirkiyê derew in

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku ew nûçeyên Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê derbarê şehîdbûna şervanên wan de belav kirine derw in.

Di daxuyaniyekê de, Navenda Ragihandina HSDê got "Wezareta Berevaniyê ya Dewleta dagîrker a Tirk îdîa kiriye ku şervanên me êrîşî birine ser binkeyên dagîrker li navçeya ku bi sextekarî navê Kaniya Aştiyê lê hatiye kirin, û 9 şervanên me şehîd bûne."

Navenda Ragihandina HSDê herwiha dibêje "Em tekez dikin ku ev nûçe derew in û di çarçoveya hewlên dagîrker tê de yên ji bo dîtina hêcetên bo êrîşan li ser navçeyên me ne."

Li aliyê din Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar îdia kiribû ku ji aliyên hêzên Kurdî ve li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê êriş li hêzên wan tê kirin û gefa êrişî li Rojavayê Kurdistanê xwar û wiha pê de çû: “Çi hewce dike gava dema wê were dê di serokatiya birêz serokomarê me da bê kirin. Bila gumana kesî jê çênebe. Tawîz û devjêberdana têkoşînê tune. Parastina heq û hiqûqa gelê me yê biesl deynê stûyê me ye. Ji bo vê heta îro çi hewce dikir me kir û em dê dîsa bikin."

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu li Enqerê piştî hevdîtina xwe bi Wezîrê Dervê yê Nîkaraquayê re derbarê operasyoneke li ser Rojavayê Kurdistanê de gotibû “Di êrişên YPGê de berpirsyariya Rûsya û Amerîkayê jî heye. Ji bo ku YPGê ji van herêman bê paqijkirin, çi ji destê me bê em dê bikin. Ji ber ku Amerîka û Rûsyayê soza xwe bi cih neanîne, ya ku divê em bikin ev e ku em navika xwe bixwe bibirrînin.”

Li aliyê Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan jî pêr (11.10.2021) civîna kabîneyê li dijî Rojavayê Kurdistanê gef xwaribû û gotibû “Ew bi biryar in gefên ku ji Sûriyê tên ji holê rakin.”

Erdogan amaje bi operasyoneke leşkerî kiribû û wiha axivîbû “Derbarê hin cihên ku li Sûriyê li dijî welatê me bûne çavkaniya êrîşên terorê, êdî em nikarin xwe ragirin. Em bi biryar in, gefên ku ji van herêman derdikevin yan bi hêzên li wê derê re yan jî bi derfetên xwe ji holê rakin. Êrişa herî dawî ya li dijî polîsên me û tacîzên ku axa me dikin hedef, êdî sebra me nehiştiye. Ji bo ku van pirsgirêkan di zûtirîn dem de çareser bikin, em dê gavên pêwîst bavêjin.”

10ê Cotmeha 2021ê li navçeyên Operasyona Mertala Firatê û li nêzîkê bajarê Ezazê yê Sûriyê, 2 leşkerên taybet ên Tirkiyê hatin kuştin û 2 leşkerên din jî birîndar bûn.