Li Colemêrgê derbarê îdîaya toreke laşfiroşî de lêkolîn tê kirin

23-10-2021
RÛDAW
Nîşan Colemêrg Laşfiroşî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê ji aliyê Dozgerê Giştî yê Colemêrgê ve lêkolîn derbarê îdîaya hebûna toreke laşfiroşî de tê kirin.

Li gor medya Tirkiyê, lêkolîn piştî wê yekê hatiye destpêkirin ku di çend rojên borî de efserekî li Colemêrgê piştî îstîfa kiriye bi rêya mobaîlê name ji hejmareke zêde ya gundparêz û xelkê wê parêzgehê re şandine û gotiye, bi taybetî li bajarokê Çelê û navenda bajarê Colemêrgê, herwiha li bajarokên Gever, Qilaban û gundên wan navçeyan toreke laşfiroşî û gefxwarinê di nav xelkê de hatiye pêkanîn û ji aliyê gundparêzên sînorê wê parêzgehê ve tê birêvebirin.

Navê wî efserê îstîfa kiriye nehatiye eşkerekirin û di wan nameyan de ku ji hejmareke zêde ya xelkê navçeyê re şandine yek bi yek amaje bi navê wan kesan daye ku gundparêz in û di nav wê tore de kar dikin, herwiha navê 13 gundan jî daye û nivîsiye “Eger van kesan eşkere nekim, zarokên zêdetir bê dayîk dibin, malbat û hêlînên din hildiweşin, bila hemû kesek tedbîran werbigre. Xwe wek xwediyê malbat, keç û jinên xwe bizanin.”

Wî efserî daxwaz ji qurbanî û kesûkarên wan kiriye ku biçin dozê vekin û nivîsiye “Dixwazim kesek biçe dozê tomar bike, wê demê ez û çar efserên din û polîsekî sivîl diçin wek şahid diaxifin û herwiha wan tomar û belgeyên di destê xwe de pêşan didin û pêşkeşî Dozgerê Giştî didin.”

Ew efser dibêje: “Ew çete keç û jinan bi awayekî dixapînin û piştî ligel wan dibin heval, wê maddeya hişber ku ji Îranê peyda dikin dixin nav çayê û qehweyê û didin wan, piştre vîdeo û wêneyên wan digrin û bi rêya gefan wan neçarî laşfiroşiyê dikin. Ew belge û tomar li navenda Fermandariya Cendirme ya Çelê li ber dest in û em dixwazin ew kesên vî karê ne rewa dikin bi tundtirîn awayî bên cezakirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst