Îbrahîm Biro: Mazlûm Kobanî pabendî sozên xwe nebû

23-10-2021
RÛDAW
Îbrahîm Biro dibêje Divê behane ji bo Tirkiyê neyê dayîn êrîş bike
Îbrahîm Biro dibêje Divê behane ji bo Tirkiyê neyê dayîn êrîş bike
Nîşan Îbrahîm Biro Rojavayê Kurdistanê Diyaloga Kurdî-Kurdî Mazlûm Kobanî Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Endamê Komîteya Peywendiyên Derve ya Encumena Nîştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Îbrahîm Biro ragihand ku, ew gefên Tirkiyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê cidî dibînin û divê tu behane ji bo Tirkiyê neyê dayîn ku êrîşî navçeyê bike, ji ber ku hêzên Tirkiyê dema derbasî her navçeyekî dibe, welatiyên Kurd jê derdikevin. Biro herwiha dibêje Fermandeyê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Kobanî pabendê peymana ligel wan hate danîn nebûye.

Endamê Komîteya Peywendiyên Derve ya ENKSê Îbrahîm Biro ku di heman demê de Endamê Polîtbûroya Partiya Yekîtiya Kurdistanî li Sûriyê ye, beşdarî bultena Rûdawê bû û têkildarî geşedanên vê dawiyê yên li Rojavayê Kurdistanê axivî.

Îbrahîm Biro got: “Dema Tirkiyê dibîne ku Amerîka nîşan dide mabûna wê li deverê ne gelek dirêj e, rêkevtinê kirine tîne bîra wan.”

Biro got ew gefên Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê ciddî dibînin, lê ew nabînin ne Rûsya û ne jî Amerîka li hemberî van gefan tiştekê dikin û wiha pê de çû: “Gefên Tirkiyê cidî dibînin, lewma divê haya me ji vê metirsiyê hebe û divê em ti behane ji bo Tirkiyê çênekin ku derbasî deverên din bibe. Bi rastî jî dema ku Tirkiye derbasî deverekê dibe Kurd ji wê deverê koçber dibin. Ezmûnên li Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî jî vê yekê nîşan didin. Bi vî awayî guhertinên demografîk çêdibin.”

Derbarê Diyaloga Kurdî-Kurdî jî Çbrahîm Biro amaje bi wê yekê kir ku binpêkirinên Rêveberiya Xweser li dijî wan berdewamin û Fermandarê HSDê pabendî peymana ku hatiye çêkirin nabe.

Biro got: “Danûstanidên Kurdî-Kurdî di sala xwe ya yekem de baş meşiya, ku ev du salan berdewam dikin. Lê di sala dawiyê de ji ber ku Amerîka bi karên xwe yên din ve mijûl bû û heta niha jî nûnereke taybet bo Sûriyê destnîşan nekiriye ew jî nîşan dide ku bala wê zêde li ser Sûriyê nîne. Ji aliyê din ve binpêkariyên ji aliyê Rêveberiya Xweser ve berdewam tên kirin û bêyî sîstemiya HSDê û nepabendbûna Fermandeyê Giştî yê HSDê Mazlûm Kobanî bi peymana hate danîn re bandoreke neyînî li danûstaninan kiriye.”

Endamê Komîteya Peywendiyên Derve ya ENKSê Îbrahîm Biro herwiha dibêje: “Tevî vê yekê, berî 10 rojan dema me sefirê Amerîkayê li Washingtonê dît, wî soz da ku di demeke nêzîk de bê û li ser xalên nakok hene danûstandin dîsa destpê bikin. Lê heta niha nehatiye û nediyar e jî dê kengê bê û ne diyar e danûstandin jî dê kengê destpê bikin.”

Zêdetirî salekê ye, bi destpêşxeriya Amerîkayê, danûstandinên aliyên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê, di navbera ENKS û PYNK de destpê kirine, lê ew demek e ku danûstandinên anavbera herdu aliyan rawestiyane.

Di gera yekem de, herdu alî di 16ê Hezîranê de gihîştin nêrîneke siyasî ya hevbeş û hevtêgihiştinên seretayî û roja 17 Hezîrana 2020 li Hesekê, di daxuyaniyeke hevbeş de rêkeftina xwe ragihandin.

Herdu aliyan di gera yekem de li hev kirin, ku Rêkeftina Duhokê ya Cotmeha 2014an bibe bingeha sereke ya danûstandinên navbera wan ên derbarê desthilat, rêveberî, parastin û berevaniyê de.

Piştre di 2ê Tebaxa 2020an de qonaxa duyem a danûstandinên Kurdî-Kurdî li Rojavayê Kurdistanê destpê kiribû û piştî çend mehan ENKS û PYNK li ser Lêvegereke Siyasî û mijarên îdarî û rêveberiyê lihev kiribûn, lê naverok û hûrgiliyên wê nahetibû aşkerekirin.

Danûstandinên herdu aliyan di qonaxa sêyem de hatine rawestandin û di wan demên dawî de, di navbera ENKS û partiyên ser bi Rêveberiya Xweser de alozî zêdetir bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst