Dozger ji bo Çîçek Kobanî daxwaza cezayê heta hetayê kir

23-10-2020
RÛDAW
Nîşan Çîçek Kobanî Şervana Kurd Dozgîn Temo Rojavayê Kurdistanê Tirkiye Grûpên Çekdar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şervana YPJê Çîçek Kobanî ku di êrişa par a Tirkiyê û çekdarên wê de bo ser Rojavayê Kurdistanê, li devera Eyn Îsa hatibû girtin, bo cara sêyem hat dadgehîkirin û dozger cezayê heta hetayê ji wê şervana Kurd re xwest.

Şervana Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) Dozgîn Temo bi nasnav Çîçek Kobanî duh, 22.10.2020, li bajarê Riha yê Bakurê Kurdistanê bo cara sêyem derket pêşberî dadgehê.

Çîek Kobanî ku di zindana Tîpa T a hejmar 2 a Rihayê girtî ye, beşdarî rûniştina sêyem bû û parêzerê wê jî di rûniştinê de amade bû.

Li gor zanyariyan Çîçek Kobanî di wê rûniştina dadgehê de bi rêya wergerekî Kurd parastina xwe kir û diyar kir ku ew şervana YPJê ye, beşdarî ti şeran nebûye û piştî hatiye girtin ji lingê xwe birîndar bûye.

Parêzerê wê şervana Kurd, Hidayet Enmek jî amaje bi wê kir, Çîçek Kobanî ne li gor usûl hatiye girtin, kesên ew girtî ye endamên ser bi grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê ve ne û desthilata van kesan nîne ku kesekî bigirin.

Herwiha parêzerê Çîçek Kobanî tekez kir, ew şervana Kurd ne li gor maddeya 90 a yasaya ceza a Tirkiyê hatiye girtin û di dosyeya wê de ti hûrgiliyek li ser vê mijarê nîne û ti zanyariyek nîne ka ew ji aliyê kê ve hatiye girtin.

Dozgerê doza wê şervana Kurd jî di rûniştina sêyem de daxwaza cezayê heta hetayê bo Çîçek Kobanî kir.

Piştî navberekêê heyeta dadgehê biryar li ser berdewamiya girtina Çîçek Kobanî da û rûniştina din ku tê çaverêkirin biryara dawîn tê de bê dayîn, bo 24ê Mijdarê taloq kir.

Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wî welatî ve roja 9ê Cotmeha 2019an êrişeke berfireh bo ser Rojavayê Kurdistanê dabû destpêkirin û di encamê de dest bi ser bajarên Girê Spî û Serê Kaniyê de girtibûn.

Şervana YPJê Çîçek Kobanî jî roja 21ê Cotmehê li gundê Mişrefa yê ser bi Eyn Îsa ve ji aliyê çekdarên girêdayî Tirkiyê ve hatibû dîlgirtin û ji aliyê Tirkiyê ve bi tohmeta “endamtiya rêxistinê” hatibû girtin û ji wê rojê de li Rihayê di zindanê de ye.

Çekdarên ser bi Tirkiyê dîmenên vîdyoyê yên dema êxsîrkirina şervana Kurd a YPJê, ku beşek e ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), Çîçek Kobanî belav kiribûn.

Di dîmenan de derdikeve ku çekdarekî ser bi Tirkiyê, şervana Kurd a birîndar girtiye ber singê xwe û bi zimanê Erebî gefa “kuştin û serbirînê” jê dikin.

Di vîdyoyê de dengê çekdarekî jî tê bihîstin, ku amaje bi şervana Kurd Çîçek Kobanê dike û dibêje, “serjê bikin.”

Fermandariya Giştî ya YPJê piştrast kiribû, ku şervana wan a bi navê Çîçek Kobanî bi birîndarî ketiye destê çekdarên ser bi Tirkiyê ve û diyar kiribû, ku jiyana şervana wan di metirsiyê de ye û tekez kiribû, civaka navdewletî di ber silametî û parastina jiyana wê şervana Kurd de berpirsyar e.

Rêxistina Netewên Yekgirtî (UN) û rêxistina Lêborîna Navdewletî (Amnesty International), ji ber êrîşa li ser Rojavayê Kurdistanê û encamdana “tawanên şer” şermezar kiribûn.

Ofîsa Mafên Mirovan a Netewên Yekgirtî roja 15ê Cotmeha par di daxuyaniyekê de ragihandibû: “Dibe ku Tirkiye weke dewlet, ji ber binpêkariyên ku komên çekdar ên ser bi wî welatî ve encam didin, berpirsyar were dîtin, heta wê demê ku Tirkiye bi awayekê pratîkî kontrol li ser wan koman heye, yan operasyona ku ew binpêkarî di dema wê de hatine encamdan, berdewam be.”

Herwiha Sekreterê Giştî yê Amnesty International, Kumi Naidoo jî roja 18ê Cotmehê ragihandibû: “Hêzên leşkerî yên Tirkiyê û hevpeymanên wê bi awayekî ciddî û bêşermane li hember jiyana welatiyên sivîl xemsar bûne” û bûne gef li ser jiyana wan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst