ROJAVA - Fermandarê Hêzên Antî-Teror canê xwe ji dest da

23-10-2019
RÛDAW
Nîşan Donald Trump Sûriye Rojava Serbaz Tolhildan Zagros Antî Teror Rojavayê Kurdistanê HAT
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Hêzên Antî-Teror li Rojavayê Kurdistanê, di êrişa grûpên çekdar de canê xwe ji dest da.

Navenda Ragihandina Hêzên Antî-Teror (HAT) li Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û aşkere kir ku Egîd Mehmûd nasnav, ‘Tolhildan Zagros’ ku Fermandarê HATê bûye, roja 20ê vê mehê li Girê Spî di êriş û pevçûnên li gel grûpên çekdar ên bi piştevaniya Tirkiyê de canê xwe ji dest daye.

Li gor zanyariyên hatine belavkirin, Tolhildan Zagros 23ê Cotmeha 1987an li Qamişloyê ji dayîk bûye, sala 2011an beşdarî nav refên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bûye û sê roj berî roja jidayîkbûna xwe li Girê Spî di şerê li hember grûpên çekdar de canê xwe ji dest daye.

Roja 9ê vê mehê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar êrişeke berfireh bo ser Rojavayê Kurdistanê dabûn destpêkirin.

Roja 17ê mehê jî şandên Amerîka û Tirkiyê li Enqerê civiyabûn û bo heyama 5 rojan agirbestê li Rojavayê Kurdistanê rêkevtibûn, lêbelê HSDê berî niha aşkere kiribû, tevî biryara agirbestê jî êrişên grûpên çekdar û Tirkiyê ji asmanî û bejayî taybetî jî li deverên Girê Spî û Serê Kaniyê berdewam kirin û şer û pevçûnên dijwar di navbera şervanên HSDê û grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve rû dane.

Tenê di heyama 24 demjimêran de li gor daxuyaniya HSDê herî kêm 50 çekdar hatin kuştin û hejmareke zêde jî birîndar bûn.

HSDê herwiha aşkere kiribû ku di wan şer û pevçûnan de di heyama 24 demjimêran de 16 şervanan canê xwe ji dest dane û 13 şervan jî birîndar bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst