Dîroknas Lutfî Baksî: Eger arşîv nebe hafizaya miletan jî nabe

23-10-2019
Mehdî Mutlu
Mehdî Mutlu
Lutfî Baksî ev 40 sal e belgeyên derbarê Kurdan de berhev dike
Lutfî Baksî ev 40 sal e belgeyên derbarê Kurdan de berhev dike
Nîşan Lutfî Baksî Kurdistan
A+ A-

Amed (Rûdaw) – Dîroknasê Kurd Lutfî Baksî dibêje arşîv hafizaya miletekê ye, eger arşîv nebe, hafizaya milet jî namîne.

Siyasetmedar, berhevkar û dîroknas Lutfî Baksî ku 40 sal e li Ewroya dijî, beşdarî birgeya Taştê ya bernameya Nûrojî Dostan a Rûdaw TVyê bû û behsa jiyana xwe ya diasporayê û xebatên xwe kir.

Lutfî Baksî diyar kir ku wan weke malbata Baksî, li Swêdê mazuvaniya gelek Kurdan kirine, çi siyasetmedar, nivîskar, lêkolîner û çi kesên ji rêze bin.

Baksî da zanîn ku piştî ku ew çûye Swêdê dest bi arşîvkirina belgeyên di derbarê Kurdan de kiriye û dibêje: “Dema ez çûm Swêdê min dît ku arşîveke Kurdî nîne. Arşîv hafizaya miletekê ye, eger arşîv nebe hafizaya milet jî nabe. Ev û çend tiştên din bûn sedem ku ez dest bi arşîvkirina belgeyan bikim. Kurdistan ti caran aram nebûye ne tenê îro, herwiha di dîrokê de jî nebûye. Dijminên me hov bûn, her tiştên me dişewitandin. Arşîv û berhemên me jî hebûn, lê hemû çûne, bi tenê çendik felîtine. Eger çend berhemên Ehmedê Xanî, Feqeyê Teyran û Melayê Cizîrê mabin jî bi saya mîrên Kurdan mane ku veşartine heta îro hatine. Gelek hatine şewitan û hinek jî hatine dizîn. ”

Dîroknas Baksî şîretê li Kurdan dike bila ew baş dîroka xwe û cografya xwe nas bikin û wiha pê de çû: “Lê  mixabin gelek belge di destê me de nînin. Min li ser tevgerên Kurd gelek belge berhev kirine weke li ser Selehadîn Eyûbî, Şêx Seîd, Dêrsim, tevgera Barzanî û yên din. Eger em dîroka xwe nezanin em dê asimile bibin. Eger em dîroka xwe bizanin hestên me yên netewî dê bihêz bibin.”

Berhevkarê Kurd da zanîn ku arşîva wî ji her kesî re vekiriye û di wî warê de ji gelek kesan re bûye alîkar.


 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst