Çekdarên ser bi Tirkiyê bi banga 'Ellah û Ekber' bêrêzî li cenazeyê şervana Kurd kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Çekdarên Sûrî yên ser bi Tirkiyê ve, ku ji aliyê Enqerê ve di bin sîwana Artêşa Niştimaniya Sûriyê de hatine birêxistinkirin, roja Sêşemê berdewam bûn li ser êrîşên xwe yên li dijî hêzên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê û bêrêzî û sivikatî bi cenazeyê şervaneka Kurd a endama YPJê û çend şervanên din kirin, ku di pevçûnan de li sînorê herêma Kobanî canê xwe ji dest dabûn.

Roja Sêşemê 22ê Cotmeha 2019an, Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) ku baregeha wê li Brîtanyayê ye, vîdyoyek weşandiye ku têde çekdarekî bi ridîn li kêleka çend çekdarên din derdikeve ku xwe weke “Mucahidên Feyleqa el-Mejd”, “Cîhadiyên Mecîd “didin naskirin, ku çendîn caran dirûşmên weke “Ellah û Ekber” (Xwedê Mezin e) dibêjin.

Çekdarekî vê grûpa ser bi Tirkiyê ve, ku bi xwe mijûlî tomarkirina vîdyoyê ye, di vîdyoyê de dibêje, “ew cenazeyên berazên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û partiya PYDê (Partiya Yekîtiya Demokratîk ) ne, ku li bin piyên mucahidên Feyleqa el-Mecd in.”

Di vîdyoyê de herwiha hejmarek çekdarên heman grûpê tên dîtin ku li tenişt cenazeyê şerevaneka Yekîneya Parastina Jinê (YPJ), ku beşek e ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), rawestiyane û çekdarek piyê xwe li ser cenaze datîne û bêrêziyê dike û dibêje, “ew niha li bin piyên me ye.”

Li gor ajansa nûçeyan a Hawar Newsê (ANHA) ku ajaseke nêzîkî Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê ye, ew şervana jin tevî hejmarek ji hevalên xwe duh Sêşemê piştî nîvro di şer û pevçûnên li derdora bajarê Kobanî de canê xwe ji dest dane.

Şer piştî wê yekê derkt ku grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve êrîşî bingehele lekşerî ya YPJê kirine. Ev yek di demekê de rû daye, ku piştî rêkeftina Amerîka û Tirkiyê, agirbesteke 5 rojî li bakurê Sûriyê hatibû ragihandin, ku dema wê agirbestê şeva bihorî saet 22:00an bi dawî dihat.

Ev bûyer, êrîşa Tirkiyê ya bo ser herêma Efrîn a Rojavayê Kurdistanê, ya bi navê Çiqlê Zeytûnê bi bîr tîne ku di Sibata 2018an de, çekdarên ser bi Tirkiyê ve bêrêzî li cenazeyê şervana YPJê, Barîn Kobanî kiribûn. Hingê jî dîmenên vîdyoyî yên wê bêrêziyê ji aliyî wan çekdaran bixwe ve hatibûn belavkirin, ku têde çekdarek dibêje: “Ev, berazeke Partiya Karkerên Kurdistanê ye.”

Di vîdyoyeke din de ku Rûdawê bidestxistiye, şervaneka din a Kurd a YPJê tê dîtin ku di êrîşa roja Sêşemê de bi êxsîrî ketiye destê yekîneya sêyem a Feyleqa el-Mecd û Ketîbeyên Ehrar Daret Izze.

Di vîdyoyê de dengê çekdarekî ser bi Tirkiyê ve tê bihîstin ku dibêje: Min ev zindaniya beraz girt!, di demekê de ku ev şervan dorpêç kirine. Ew çekdar herwiha dengê xwe bilind dikin û gotinên kirêt dibêjin.

 

Tirkiyê roja 9ê Cotmehê êrîşî Rojavayê Kurdistanê û navçeyên di bin kontrola hêzên Kurdî û Rêveberiya Xweser de kir. Ji destpêka êrîşan ve heta niha zêdetir ji 300,000 kes aware bûne û zêdetir ji 200 kesên sivîl jî di êrîşên Tirkiyê û çekdarên ser bi wî welatî ve hatine kuştin.

Tirkiye, şervanên Kurd ku bo dema çend salan di şerê li dijî DAIŞê de hevpeymanên Amerîkayê bûn, weke terorîst bi nav dike û dibêje, ew dê wan hêzan ji navçeyên sînorî bi kûrahiya 32 kîlometran dûr bike.

Komên çekdar ên Sûrî ku di êrîşa Tirkiyê ya li ser Kurdên Rojavayê Kurdistanê de beşdar in, bi awayekî ciddî bi encamdana tawanên şer li dijî welatiyên sivîl hatine tohmetbarkirin. Niha zêdetir ji 100 gund û herdu bajarên sînorî yên Rojavayê Kurdistanê, Serê Kaniyê û Girê Spî di kontrola wan çekdaran û artêşa Tirkiyê de ne.

Her ji destpêka derbasbûna wan hêzan bo nav Girê Spî û Serê Kaniyê û gundên derdora wan bajaran ve, çekdarên ser bi Tirkiyê ve dest bi talankirina mal û milkên welatiyên Kurd, Kirîstiyan û Ereb kirine, bi taybet li Serê Kaniyê ku çekdaran navê xwe li ser dîwarên hejmarek ji malên welatiyan nivîsandine û weke milkê xwe diyar kirine, di demekê de ku xwediyê wan mal û milkan ji ber êrîşa wan çekdaran û artêşa Tirkiyê koçber bûne.

Çekdarên Sûrî yên ser bi Tirkiyê ve herwiha li Girê Spî dest bi talankirina sayloya genim jî kirine.

Her derbarê vê yekê de, Serokê Sûriyê Beşar Esed ku serdana çeperên şer li başûrê Idlibê kiribû, amaje bi êrîşa Tirkiyê bo ser bakurê welatê xwe kiribû û Serokomarê Tirkiyê, Erdogan weke “dizê genim, petrol û kargehên Sûriyê” bi nav kiribû ku bi gotina wî niha dixwaze axa Sûriyê bidize.

Tevî wan binpêkirinan, çekdarên ser bi Tirkiyê ve di 12ê Cotmehê de siyasetvana Kurd û çalakvana mafên jinan Hevrîn Xelef li ser rêya M4 a di navbera Eyn Îsa û Qamişloyê de, piştî îşkencekirinê kuştin.

Li gor raporta otopsiyê, Hevrîn Xelef ji pora xwe ve hatiye kişandin, ku bûye sedem çermê serê wê şeq bibe, herwiha piyê wê şikestiye berî ku ji aliyê çekdarên ser bi Tirkiyê ve were gulebarankirin.

Rêxistina Netewên Yekgirtî (UN) û rêxistina Lêborîna Navdewletî (Amnesty International), ji ber êrîşa li ser bakurê Sûriyê û encamdana tawanên şer şermezar kirine.

Ofîsa Mafên Mirovan a Netewên Yekgirtî roja 15ê Cotmehê di daxuyaniyekê de ragihandiye: “Dibe ku Tirkiye weke dewlet, ji ber binpêkariyên ku komên çekdar ên ser bi wî welatî ve encam didin, berpirsyar were dîtin, heta wê demê ku Tirkiye bi awayekê pratîkî kontrol li ser wan koman heye, yan operasyona ku ew binpêkarî di dema wê de hatine encamdan, berdewam be.”

Herwiha Sekreterê Giştî yê Amnesty Ineternational, Kumi Naidoo jî roja 18ê Cotmehê ragihandiye: “Hêzên leşkerî yên Tirkiyê û hevpeymanên wê bi awayekî ciddî û bêşermane li hember jiyana welatiyên sivîl xemsar bûne”, û bûne gef li ser jiyana wan.

Ev yek di demekê de ye, ku Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan roja Sêşemê 22ê Cotmehê piştî hevdtineke dûr û dirêj li gel Serokê Rûsyayê, Vladimir Putin derbarê rewşa Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê de gihîşte rêkeftinekê.

Rêkeftina navbera herdu aliyan ji 10 xalan pêk tê, ku li gor rêkeftinê divê di nava 150 saetan de çekdarên Kurd ên YPG û YPJ tevî çekên xwe bi kûrahiya 30 kîlometran ji sînorê Tirkiyê dûr bikevin.

Piştî vekişîna hêzên Kurdî, dewriyeyên hevbeş ên Rûsya û Tirkiyê bi kûrahiya 10 kîlometran li nav axa Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê bigerin, lê belê ev yek bajarê Qamişlo li xwe nagire.

Herwiha hêzên Polîsê Leşkerî yê Rûsya û hêzên Pasevanê Sînor ê Sûriyê dê li ser sînorê bi Tirkiyê re bêne bicihkirin.

Piştî wê rêkeftinê, Wezareta Berevaniya Tirkiyê ragihand, ku operasyona xwe radiwestîne û êdî pêwîstî bi berdewamkirina operasyonê li bakurê Sûriyê nemaye.

Li gor rêkeftina Rûsya û Tirkiyê, herdu bajarên Girê Spî û Serê Kaniyê dê di kontrola hêzên Tirkiyê û çekdarên ser bi wî welatî de bimînin.