Goran, Komel û Yekgirtû taneyê li dijî hilbijartinan dikin

23-10-2018
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Tevgera Goran, Komela Îslamî û Yekgirtûya Îslamî dibêjin, ew dê li hember encamên hilbijartinan îtîrazê bikin û bi awayekê fermî giliya yasayî tomar bikin. Ew her sê partî dibêjin, wan ji bo îtîraza xwe belgeyên pêwîst jî hene.

 

Yekgirtû, Komel û Gorran tekez dikin, ku ew dê di dema xwe ya guncaw de li dijî wan encamên hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê ku ji aliyê komîsyona hilbijartinan ve hatine ragihandin, îtîrazê bikin.

 

Rêkexerê Odeya Hilbijartinan a Tevgera Goranê, Zimnako Celal ji Rûdawê re ragihand, wan belgeyên pêwîst hene û ew dê di dema yasayî de belgeyên xwe pêşkêş bikin.

 

Zimnako Celal got, eger guhdariya wan were kirin, dê gelek encam werin guhertin.

 

Berpirê Navenda Hilbijaritinan a Komela Îslamî, Hawjîn Umer jî ji Rûdawê re ragihand, bêyî yekalîbûna sikalayên aliyên siyasî encam hatine pesendkirin û diyar kir, mezintirîn şaşîtiya komîsyonê jî pûçkirina dengên 95 bingehan bû, ku zêdetirî 119 hezar deng bûn.


Herwiha Berpirsê Dezgeha Hilbijartinan a Yekgitûya Îslamî ya Kurdisatanê, Qasim Gelalî ji Rûdawê re got, ew înkara vê yekê nakin ku dengên wan kêm bûne, lê ew yek nayê wateya ku ew bêdeng bin, ji ber ku pesendkirina encaman bêyî komdengiya komsyaran, bixwe belge ye ku saxtekarî hatiye kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst