Pêşmerge: Xazir di bin kontrola me de ye

Hewlêr (Rûdaw) – Fermandeyekî Hêza Pêşmerge dibêje, deverên Xazir, Hesen Şam û çend cihên din ê wî sînorî di kontrola hêzên pêşmerge de ne û red kir, ku hêzên Iraqê ew cih kontrol kiribin.

 

Fermandeyê Lîwaya 4 a Supaya Zêrevaniyê, Lîwa Hemereşîd Şemêranî di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand, Mêhwera Xazirê aram e û ti liv û tevgereke leşkerî yan rûbirûbûn û pevçûnên leşkerî li vî sînorê çê nebûne.

 

Hemereşîd Şemêranî got, ti hêzên Heşda Şeibî yan hêzên din ên Iraqê nehatine ti devereke sînorê wan û tekez kir, ku tevahiya zanyarî û nûçeyên ku li hinek medyayn tê gotin ku qaşo hêzên Iraqê kontrola wan cihan girtine destê xwe, ji ratiyê dûr in û ew sînor bi temamî di destê hêzên pêşmerge de ye.

 

Wî fermandeyê pêşmerge destnîşan kir, hêzên pêşmerge li Hesen Şam, Zehra Xatûn, Werdek, Muftî û zincîre çiyayên Zertek, Xazir û çend cihên din li çeperên xwe ne û ew cih hemû di bin kontrola pêşmerge de ne.

 

Ji roja 16ê vê mehê ve çekdarên Heşda Şeibî û hêzên artêşa Iraqê êrişî Kerkûk, Xurmato û çend navçeyên din ên Kurdistanî kirin û ew navçeyên Kurdistanî dagîr kirine.