Serokê Fransa pêwendî bi Serok Barzanî kir

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokê Fransa Emmanuel Macron pêwendiyeke telefonî encam dan.

 

Serokê Fransa Emmanuel Macron bi rêya telefonê pêwendî bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ve kir û derbarê rewşa dawîn a li Kurdistanê û Iraqê û pêşhatên dawî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bi Barzanî re gotûbêj kir.

 

Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê, pêwendiya telefonî ya navbera Emmanuel Macron û Mesûd Barzanî êvariya îro duşemî 23ê Cotmehê hatiye encamdan.

 

Macron di vê pêwendiyê de, “dilgiraniya xwe li hember rewş û aloziyên navbera Hewlêr û Bexdayê nîşan da û daxwaz kir, ku her du alî li ser xwe bin û şer û pevçûn çê nebe.”

 

Macron herwiha tekezî li ser wê yekê jî kir, ku “baştirîn rê bo çareserkirina pirsgirêkan gotûbêj û danûstandin e.”

 

Serokatiya Herêma Kurdistanê dibêje: “Her di vê pêwendiyê de Serok Barzanî ji Serokê Fransa re behsa rewş û bûyerên vê dawiyê yên navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê kir.”

 

Li gorî daxuyaniyê, “biryar e Serokê Fransa di vê bareyê de li ser hewlên xwe berdewam be, daku her du alî, Hewlêr û Bexda bi gotûbêjê pirsgirêkên xwe çareser bikin.”