‘Serkeftin girêdayî yekrêziya nava malê ye’

23-10-2017
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Kerkûk Kurdistan Serxwebûn HDP OSP HAK-PAR
A+ A-

Amed (Rûdaw) – Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Îmam Taşçier got, heger kurd bikaribin yekrêziya nava mala xwe pêk bînin dê bikarbin ser jî bikevein.


Dagirkirina Kerkûkê ji aliyê leşkerên Iraqê û Heşdî Şebî ve, ji aliyê partiyên kurdan ên Bakur ve jî ji nêz ve dişopînin.


Partiyên li Bakurê Kurdistanê bang li kurdên Başûrê Kurdistanê kirin ku bi sedan hezar kes biçin pêşiya tang û topên Heşdî Şabî û bi riya çalakiyên sivîl dengê Kurdistanê ji hemû cîhanê de bidin bihîstin. Siyasetmedarên kurd xwest ruhê ku di giştpirsiyê de derketibû holê di vî şerê man û nemanê de jî bê nîşandan.


Li gorî parlamenterê HDPê Îmam Taşçier, ger kurdên Başûr  Kurdistanê bikaribin yekrêziya nava mala xwe pêk bînin, dikarin di vî şerî de bi ser bikevin û destkeftiyên xwe jî xurtir bikin. Lê ger yekrêzê nebe, destkeftiyên heyî jî di xetereyê de ne.


Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Îmam Taşçier ji Rûdawê re wiha got: “Tu li dewleta xwe xwedî dernekevî dê bên vê dewletê ji te bistînin. Ji îro û pê de yekitiya xwe ava bikin dê dewletên dinyayê jî bêdeng nemînin. Lê ger ku Kurdistan du serî û çar serî be, ew ê dewletên dinyayê bêdeng bimînin.”


Serkêşên Partiya Azadî û Sosyalîzmê (OSP) jî bal dikişînin ku destkeftiyên kurdan di xetereyê de ye û divê xelkê Kurdistanê û pêşmerge bi hev re vê xetereyê ji holê rakin.


Serokê Giştî yê OSPê Sînan Çîftyurek jî got: “Me çawa li ser parçeyan û li ser partiyan li giştpirsiyê nihêrt, divê em bi heman awayî li Başûrê Kurdistanê xwedî derkevin. Kurdistana Başûr dê nebe du parçe. Kurdistana Başûr yek e û dilê wê jî Kerkûk e. Divê em xwedî lê derkevin.”


Li gorî rêveberên Partiya Maf û Azadiyan HAK-PARê jî kurd dikarin bi serhildanê dengê xwe li hemû cîhanê bidin belavkirin. Ji bo vê yekê jî pêwîst e bi sedan hezar kurd biçin çeperên şer û li ber tang û topên Heşdî Şebî çalakiyên rûniştinê li dar bixin.


Endamê Navenda Giştî ya HAK-PARê Paşa Akdogan jî wiha axivî: “Tişta ku bê kirin divê xelkê me hemû rabin ser piyan. Li Silêmanî, Hewlêr û Xaneqînê divê gel rabe ser piyan, bikevin pêşiya tang û topên wan û ji wan re bibêjin ji ser axa me herin û em we qebûl nakin. Bawer im wê çaxê dê dinya jî dengê xwe bike.”


Operasyona dagirkirina axa Başûrê Kurdistanê ji aliyê Heşdî Şeibî ve, siyasetmedarên Bakurê Kurdistanê jî xistiye nava metirsiyeke mezin.


Li gorî piraniya siyasetmedaran têkçûnek dê bandora neyînî li hemû perçeyên din jî bike. Lê ger serkeftinek bê bidestxistin dê perçeyên din jî bikevin merheleyeke din a serkeftinê. Ji ber vê yekê jî vî şerî weke şerê man û nemana hemû Kurdan dibînin. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst