Peykerê DOÇKA ya pêşmerge li Şingalê

Şingal (Rûdaw) – Li çiyayê Şingalê bo rêzgirtin li Fermandeyê Hêza Pêşmerge Seyda Qasim, welatiyên deverê peykerê otomobîleke leşkerî ku çeka ji cure Doçka li ser e, hatiye çêkirin.

 

Welatiyên kurd ên xelkê Şingalê ji Rûdawê re ragihandin, ku wî fermandeyê pêşmerge bi qehremanî û bi wê çeka doçka ku li ciheke stratejîk li ser bilindahiyên nêzîk Şingalê danîbû, bo heyama 4 mehan rê li êrişên çekdarên DAIŞê bo ser çiyayê Şingalê girt û kurdên êzidî ji dest DAIŞê parast.

 

Welatiyê ku ew peyker çêkiriye, navê wî Sebrî Şef e û di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re dibêje: “Ez gellek bi wî karî westiyam û zêdetirî 15 rojan e ku ez li ser kar dikim.”

 

Sebrî Şef ragihand, ku ew ji karê xwe poşman nîne û şanaziyê bi karê xwe dike û dibêje, ew dixwaze berxwedana pêşmerge nîşanî geştyaran (tûrîstan) û rêwiyên li ser wê rêyê bide û herwiha wek sembolekê qehremaniya pêşmerge li wir bimîne.