PWK: Tirkiye bêtehamûliya xwe ya li dijî Kurdî berdewam dike

23-09-2024
RÛDAW
Nîşan PWK Zimanê Kurdî Zarokîstan Navên Kurdî Amed
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) ragihand ku dewleta Tirkiyeyê bêtehamûliya xwe ya li dijî zimanê Kurdî berdewam dike.

Li ser Zarokistana ku li Amedê hatibû vekirin lêpirsînê dest pê kir.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji bo perwerdeya zarokan kreşa bi Kurdî ya bi navê “Zarokistan”ê vekiribû.

Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê li ser Zarokistanê lêpirsîn da destpêkirin.

Di çarçoveya lêpirsînê de 2 mifetişên milkiyeyê hatin erkdarkirin.

Her wiha li navçeya Farqînê ya Ameda destûr nehat dayîn ku navê bi Kurdî li Qada Bajêr were kirin.

Meclisa Şaredariya Farqînê biryar dabû ku navê Qada Bajar a Kiliçaslanê Yekemîn bike Rindêxan.

Lê Qaymeqamiya Farqînê gotiye “Rindêxan” ne bi Tirkî ye û ev nav red kiriye.

“Em piştgiriya Şaredariya Amedê dikin”

PWKyê bi daxuyaniyekê nerazîbûn li hemberî van biryarên li dijî Kurdî nîşan da û got:

“Em ji ber biryarên wan ên ji bo zimanê Kurdî, ji bo dibistana zarokan a bi Kurdî, piştgiriya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Meclîsa Şaredariya Farqînê dikin.

Divê hemû xebat û prosedurên şaredariyan, li gorî pêkhateyên wî bajarî û wê navçeyê bi pirzimanî bêne meşandin.”

“Dewleta Tirkiyeyê bêtehamûliya xwe berdewam dike”

PWKyê her wiha girtînên ji ber goven û stranên Kurdî jî bi bîr xist û got:

“Bele, ji aliyekî ve kesên ku di dawetan de bi Kurdî stranan dibejin têne desteserkirin, hinek kes ji ber ku bi Kurdî axivîne rastî êrişan dibin û tên kuştin.

Ji aliyekî ve jî rayedarên dewleta Tirkyeyê bêtehamûliyên xwe yên li dijî zimanê Kurdî berdewam dikin.

Em bangî rayedarên dewleta Tirkiyeyê dikin, di demekê de ku TRT-KURDÎ, beşên Ziman û Edebiyata Kurdî, dersa bijarte ya Kurdî hene, dev ji vê siyaset û helwestên xwe yên li dijî zimanê Kurdî berdin.

Rê li ber êrişên li ser kesên ku bi Kurdî diaxivin bigirin û êrişkaran ceza bikin.”

“Divê em zêdetir li Kurdî xwedî derkevin”

PWKyê her wiha bangî şaredariyên Bakurê Kurdistanê kir û got:

“Li gel zimanê Tirkî, zimanê Kurdî (Kurmancî û Kirmanckî/Zazakî) wekî zimanê şaredariyê bi kar bînin û navên Kurdî yên bajar, navçe û herêman li gel zimanê Tirkî bi kar bînin, dibistan û kreşên bi zimanê Kurdî li her şaredariyê vekin.

Em bangî hemû Kurdan jî dikin di demekê de ku êrişên piralî li ser zimanê Kurdî tên meşandin, divê di her beşên jiyanê de, em zêdetir li Kurdî xwedî derkevin, Kurdî biaxivin, Kurdî fêr bibin.

Zimanê me hebûna me ye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst