Gundên Mexmûrê ji Kurdan xalî dibin: 'Qerac bûye goristana zindiyan'

Hewlêr (Rûdaw) – 64 kîlometreyan dûrî Hewlêrê li navçeya Mexmûrê pevajoyeke Erebkirinê heye û heta niha 49 gundên Kurdan vala bûne û Ereb li gundên wan bi cih bûne.

Nebûna aramî, xizmetguzarî û ewlehiyê bûne sedem ku gundên Kurdan ên li Mexmûrê bên valakirin û Ereb li cihên Kurdan bi cih bibin.

Vê hefteyê fokûsa bernameya "Legel Renc"ê li ser pêvajoya Erebkirin û valabûna gundên Kurdan ên li Mexmûrê bû.

Şêniyekî herêmê eşkere kir ku pêvajoya Erebkirinê berê hêdî bû lê niha gelekî bi lez û bez tê kirin.

Li gorî gotina xelkê herêmê Erebên tên Mexmûrê bes zeviyên Kurdan dagir nakin, di heman demê navên gundên Kurdan jî diguherin û navên Erebî li gundên Kurdan dikin.

"Parlamanterên Kurd behsa wê pirsgirêkê nakin"

Serokê Komîsyona Ewlehî û Parastinê yê Encûmena Nînowayê Mihemed Casim Kakeyî tevlî bernameyê bû.

Li gorî gotina Mihemed Casim Kakeyî, parlamenterên Ereb ên Nînowayê jî li Zûmarê tevlî projeya Erebkirinê bûbûn lê bi saya endamên Encûmena Nînowayê wan ew pêvajoya Erebkirinê sekinandiye.

Şêniyên Kurd ên herêmê gelek gazinan ji parlamenterên Kurd ên li Parlamentoya Îraqê dikin.

Li gorî gotina xelkê Parlamenterên Nînowayê ji bo rê li ber Erebkirinê were girtin ti tiştî nakin.

Mihemed Casim Kakeyî li ser bêdengiya parlamenterên Kurd ên li Parlamentoya Îraqê wiha axivî:

“Di nava parlamenterên Kurd ên li Parlamentoya Îraqê de ti kesê ji Mexmûrê nîne.

Ez îdia dikim ji bo ev pêvajoya Erebkirinê ya li Mexmûrê bisekine ti parlamenterê Kurd ê li Parlamentoya Îraqê ti tiştek nekiriye.

Em wekî Kurd li Nînowayê ne, hewleke bihêz a dagirkirinê heye. Heger em li wir nebin êdî hûn bifikirin bê ka dê çi pêk were?”

‏‏”30 hezar Erebên Mexmûrê bûne Heşdî Şabî”

Mihemed behsa nakokiyên navbera Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) jî kir û wiha berdewam kir.

“Yek ji wan sedemên ku Erebkirinê nakokiyên PDK û YNKyê ne. Em bi tena serê xwe û birayên PDKyê jî bi tena serê xwe li dijî wê pêvajoyê derdikevin.

Heger em bi hev re li dijî wê pêvajoya derketana bêguman dê baştir bûya.

Dijberên me nebûna yekrêziya me ji xwe re ji bo Erebkirinê dikin derfetek.”

Li gorî Mihemed Casim Kakeyî hebûna nakokiyên siyasî û rikeberiya aliyên siyasî li Herêma Kurdistanê gelekî asayî ye lê rikeberiya li Herêmên Kurdistanî yên Derveyî Îdareya Herêma Kurdistanê “karesat e.”

Mihemed Casim Kakeyî diyar dike ku d ivê li Herêmên Kurdistanî pêwîst e Kurd yekdeng bin.

Li gorî gotina Mihemed Casim Kakeyî 30 hezar Erebên Mexmûr û Qeracê bûne endamên Heşdî Şabiyê û çekên giran di destên wan de hene.

Mihemed Casim Kekayî di berdewamiya axaftina xwe de behsa rewşa gundên Qeracê kir û wiha got:

“Heger di vê qonaxê de Kurd vegerin ser gundan xwe jî ti sûda wê nîne lewra gund hemû wêran bûne.

Ne rê bi kêr tên û ne jî dibistan mane. Ti tişt li cihê xwe nemaye.

Li cihê boykotê her Kurdekî Mexmûrî yê ku li derveyî Mexmûrê dijî bila roja 20ê Çiriya Paşîn were Mexmûrê û tevlî serjimêriyê bibe.”

Herêmeke dewlemend e û li nava 2 hikûmeta de ye

Akademîsyen Dr. Sîrwan Mexmûrî jî tevlî bernameyê bû. Mastera Dr. Sîrwan Mexmûrî li ser "Herêmên Kurdistanî" ye.

Li gorî gotina Dr. Sîrwan Mexmûrî heta sala 2013an gotûbêjên ‏‏Hewlêrê û Bexdayê li ser axê bûn lê sal bi sal reng û naverokên wan gotûbêjan guherîn û aniha gotûbêj bi tenê li ser “çareserkirina mûçeyan e.”

Li gorî gotina Dr. Sîrwan Mexmûrî, Mexmûr ambara genim a Îraqê ye.

Dr. Sîrwan Mexmûr behsa dewlemendiya Mexmûrê kir û wiha got:

“Bi tenê îsal 20 hezar ton genim li sîloyên Mexmûrê hatiye bicihkirin. Ev jî wisa dike ku Îraq bibe ambara genim a Îraqê.

Dîsan kêlgeha petrolê ya Xurmalê jî li Mexmûrê ye û petrola wê gelekî muhîm e.

Li gorî Dr. Sîrwan Mexmûrî herêma Mexmûrê di navbera 2 hikûmetan de dabeş bûye û Çiyayê Qereçûxê ew sînor diyar kirine.

Temamiya Memûrê 2,693 kîlometre çargoşe ye. 1,450 kîlometreyên wê ku ku ji sedî 59ê axa wê ye di bin îdareya Hikûmeta Îraqê de ye. ‏‏

1,243 kîlometre jî ku ji sedî 41ê xaka herêmê ye û bi ser sînorê Herêma Kurdistanê ve ye li jêr îdareya Bexdayê ye.

Pirsgirêka ewlehiyê li herêmê gelek e û ji ber wê jî 49 gundên Kurdan hatine valakirin.

“Sala 1957ê maleke Ereb hebû niha 300 malbatên Ereb hene”

Biryar e 20ê Çiriya Paşîn li Îraqê serjimêrî were kirin. Piştî rûxîna Rejîma Beasê ev dê bibe yekem serjimêrî ku dê Îraqê were kirin.

Li gorî gotina Dr. Sîrwan Mexmûrî di tarîxa Îraqê de serjimêrê her tim bi armancên siyasî hatine kirin.

Dr. Sîrwan Mexmûrî behsa serjimêriyên berê yên Îraqê kir û wiha got:

“Pêwîst bû li Îraqê ji 10 salan carekê serjimerî bihata kirin. Kêm caran serjimêrî di dema xwe de hatine kirin.

Wekî nimûne divabû sala 1967an serjimêrî bihata kirin lê ji ber Şoreşa Îlonê ya Kurdan 1965an serjimêrî hat kirin.

Heger rewşa Herêmên Kurdistanî neyê asayîkirin divê Kurd tevlî serjimêriyê nebin.

38 kes serperiştiya serjimêriya Mexmûrê dikin û ew her 38 kes jî Ereb in. Navên gelek gundên Mexmûrê Kurdî ne. Niha li wan gundan Ereb dijîn.

Sala 1957an de li navenda Mexmûrê bi tenê malbateke Ereb hebû û nave reîsê malbatê Ehmedê Ereb bû. Niha 300 malbatên Ereb li navendê hene. “

Dr. Sîrwan amaje bi wê yekê kir ku salane hejmara nifûsa Mexmûrê tê guhertin û ew guman dike ku Bexda ji bo armancên siyasî ji welatên din Ereban tine Îraqê û li Mexmûrê bi cih dike.

Zêdetirî 50 gundên Kurdan hatine valakirin

Berpirsê Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Neteweyî ya Demokrat a Kurdistanê Dr. Şaxewan Xalîd, mêvanekî din ê bernameyê bû.

 Li gorî gotina Dr. Şaxewan Xalid yek ji sedemên valabûna gundên Kurdan ên li Mexmûrê hebûna DAIŞê ye.

Dr. Şaxewan da zanîn ku ji ber metirsiya DAIŞê 50 gundên Kurdan ên li herêmê vala bûne.

Li gorî gotina Dr. Şaxewan Xalid heta ku Pêşmerge venegerin herêmê gundên Kurdan ava nabin.”

Dr. Şaxewan Xalid amaje bi wê yekê kir sala 1921ê dema Îraq ava bû Mexmûr nahiye bûye.

Sala 1937ê Mexmûr bûye navçe lê ti pêşketi li wê nîne.

Dr. Şaxewan Xalid diyar kir ku Mexmûr ne wekî navçeyekê wekî gundekî ye û wiha axivî:

“Parlamenterên Kurd ên Parlamentoya Îraqê bi şiklê pêwîst pirsgirêkên xelkê Mexmûrê çareser nekirine û nebûne dengê xelkê.

Parlamenterên Kurd divabû li hemberî wê pinpêkirin û zulma li ser xelkê Mexmûrê tê kirin li Dadgeha Federal a Îraqê doz vekira.“

“Qerac goristana zindiyan e”

Rûsipiyê Mexmûrê Mamosta Ebdula ku wekî Mela Ebdula jî tê naskirin di bernameyê de wiha got:

“Min sala 2003‌-2004an texmîna rewşa niha ya Mexmûrê kiribû. Min di gotarên nimêja înê de texmîn kiribû.

Min gelek caran behsa wê yekê kir ku dê pêvajoya Erebkirinê dest pê bike.”

Mamosta Ebdula behsa rewşa xelkê Qeracê kir û wiha berdewam kir:

“Qerac goristana zindiyan e, jiyana li Qeracê ji bo Kurdan gelekî zehmet bûye.

Ti pişta û stargeha me nîne. Ji ber wê li Bexdayê pêwîstiya me bi tîmeke parêzerên xwebexş heye ku mafên me biparêzin.”

Mamosta Ebdula hemû partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê rexne dike.

Li gorî gotina Mamosta Ebdula ne partiyên desthilatê yên Kurdistanê û ne jî partiyên mixalefetê ti aliyan ji bo cihbicihkirina madeya 140î ti kar nekiriye.

Mamosta Ebdula behsa xebata YNK û PDKyê ya li Nînowayê jî kir û diyar kir ku her alî cuda dixebite û ev yek jî sûdê dide pêvajoya Erebkirinê.

Mamosta Ebdula di berdewamiya axaftina xwe de amaje bi wê yekê kir ku kurê Elî Boş ku li herêmê wekî “Şêxê dagirkirina gundên Kurdan nas kiriye” bûye birêveberê giştî yê nahiyeya Baqirtê ya Mexmûrê.

Mamosta Ebdula behsa rewşa dawî ya nahyeya Qeracê jî kir û wiha berdewam kir:

“Di serjimêriya 2010an a Qeracê de 1,612 Kurd hebûn. Niha hejmara Kurdan li nahiyeyê bûye sifir û ti kes li nahiyeyê nemaye.

Wê demê hejmara giştî ya herêmê 31 hezar bû û ‏‏17 hezar‌ û 300 kes jê Kurd bûn.

Gelek cotkarên Kurd ên herêmê zeviyên xwe difiroşin û ji herêmê derdikevin.

Belkî ya baş bi tenê ew e ku hin Kurdên dewlemend wan zeviyan cotkarên Kurdan dikirin.”