Wezîr li ser lêpirsîna Narînê daxuyaniyeke nû da

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê ragihand ku di lêpirsîna kuştina Narîn Guranê de doh dîmenên nû hatine bidestxistin û ew dîmen ji aliyê TUBÎTAKê ve tên lêkolînkirin.

Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç li ser lêpirsîna kuştina Narîn Guranê daxuyaniyeke nû da.

Yilmaz Tunç destnîşan kir, dîmen û deng hene ku di asta delîlan de û ew heta niha ji raya giştî re nehatine eşkerekirin.

Tunç diyar kir ku doh hinek dîmenên nû hatine bidestxistin û ji Saziya Lêkolînê ya Teknolojî û Zanistê ya Tirkiyeyê (TUBÎTAK) re hatine şandin.

TUBÎTAK dê li ser rastbûna dîmenan lêkolînê bike û encama wê eşkere bike.

Narîn Gurana 8 salî, 21ê Tebaxê li gundê Çilûyê yê Amedê “winda” bûbû û 8ê Îlonê termê wê di çemê gund de hatibû dîtin.

Serdozgeriya Komarê ya Amedê li ser bûyerê lêpirsînek dabû destpêkirin.

Di encama lêpirsînê de dayîka Narînê, bira û mamê wê jî di nav de 12 kes hatine girtin û gelek kes jî hatine desteserkirin.

Li gorî rapora Tiba Edlî Narîn Guran hatiye xeniqandin.