Dê keça xwe li zanîngehê qeyd bikira: Otomobîla wan ket kanalê

23-09-2024
RÛDAW
Nîşan Erzirom Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Erziromê ya Bakurê Kurdistanê, otomobîl ket kanala avdanê û di encamê de du hevjîn mirin û keça wan jî rizgar bû.

Li ser rêya Erzirom û Erzinganê, doh otomobîla ku Mustafa A. şofêrê wê bû ji rê derket û ket kanala avdanê ya li kêleka rê.

Di bûyerê de Mustafa A. û hevjîna wî Bîrsen A. di nav otomobîlê de mirin û keça wan Dilayê avjenî kir û rizgar bû.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, AFAD û hêzên ewlehiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê Dilay A. bir Nexweşxaneya Lêkolînê ya Zanîngeha Ataturkê.

Otomobîl ji aliyê makîneyên kar ve ji coya avê hat derxistin.

Hat zanîn ku malbat ji bo navê keça xwe li zanîngehê qeyd bikin ji parêzgeha Zonguldakê çûye Erziromê.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst