Nêçîrvan Barzanî ji bo hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê bang kir

23-09-2024
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Soran Hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nêçîrvan Barzanî ji bo hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê ji aliyan xwest ku kampanyayeke "şaristanî û aştiyane" bimeşînin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi Serpereştyarê Îdareya Serbixwe ya Soranê Helgurd Şêx Necîb û berpisên herêmê re civiya.

Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser civînê daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniyê, di civînê de geşepêdan, bipêşxistina herêmê û mijara hilbijartinan hatin gotubêjkirin.

Serokatiya Herêma Kurdistanê got, "Di hevdîtinê de li ser plan û programên paşerojê yên kar û projeyên herêmê û her wiha çawaniya çareserkirina pirsgirêk û kêmasiyan û dabînkirina pêwîstiyan danûstandin hatin kirin."

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Serokê Herêma Kurdistanê bi armanca baştir xizmet herêmê bê kirin, piştgiriya xwe ya tam ji Îdareya Soranê re tekez kiriye.

Nêçîrvan Barzanî pesnê Serpereştyarê Îdareya Serbixwe ya Soranê û berpirsên yekeyên îdarî da.

Her wiha Barzanî ew kar û xizmetên ku Îdareya Soranê pêşkêş kirine û bipêşketin û geşepêdana herêmê bilind nirxand.

Kampanyayên hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê û amadekariyên pêvajoya dengdanê mijareke din a civînê bû.

Nêçîrvan Barzanî bal kişand ser giringiya hilbijartinan û ji bo bi awayekî serkeftî hilbijartin derbas bibin ji hemû aliyan xwest ku ku kampanyayeke "şaristanî û aştiyane" bimeşînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst