Du xwişkên ku li şivanê astengdar xist hatin girtin

23-09-2024
RÛDAW
Nîşan Mereş Şivanê Astengdar Xwişk
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Andirînê ya parêzgeha Mereşê keçekê li şivanekî astengdar xist û xwişka wê dîmenên dema lêdanê girtin. Her du xwişk hatin girtin.

Li gundê Çokakê yê Andirînê keça bi navê S.G. ya ku pez diçêrand bi darekî li şivanê astengdar ê bi navê Naîl Yener xist.

Xwişka wê M.G. jî dîmenên dema lêdanê bi kamereya telefonê girtin.

Her du xwişkan paşê jî ew dîmen li ser medyaya civakî belav kirin.

Piştî belavbûna dîmenan her du xwişk ji aliyê cendirmeyan ve hatin desteserkirin.

Keçikan di îfadeya xwede got ku şivan ew tacîz kirine ji ber wê wan li wî daye.

Paşê şivan jî hat desteserkirin lê îfadeya wî hat wergirtin ew hat berdan.

Hêzên ewlehiyê her du xwişk piştî îfadeyê birin dadgehê, her du jî bi biryara dadgehê hatin girtin.

Tê îdiakirin ku keçikan ji şivan xwestiye biçe ji wan re ji dikanê alkolê bîne û wî jî qebûl nekiriye ji ber wê li şivan xistine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst