Zarokan firêna otomobîlê danî: 4 zarok birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdîna Bakurê Kurdistanê otomobîlek ket kanala avdaniyê, 4 zarok birîndar bûn.

Li gundê Gurînê yê Nisêbînê otomobîla ku li kêleka rê hatibû sekinadin, zarokên di otomobîlê de firêna destan danî û otomobîl bi pêş de çû û ket kanala avdaniyê.

Di bûyerê de çar zarokên bi navên Zeynep B. (5), Mehmet B. (4), Ecrîn B. (3) û Behiye B. (4) birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê cendirme, tîmên tendirustiyê û tîmên parastina sivîlan çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê zarokên birîndar birin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê.

Her wiha otomobîl jî ji kanalê hat derxistin.