DEM Partiyê ji bo Ocalan bangî Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê kir

23-09-2024
RÛDAW
Nîşan DEM Partî Abdullah Ocalan Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê PKK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - DEM Partiyê diyar kir Tirkiye mafên Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan bin pê dike û divê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê pêvajoya binpêkirinan bide destpêkirin.

Komîsyona Hiqûqê û Mafên Mirovan a Dem Partiyê ji bo “mafê hêviyê” yê Abdullah Ocalan bangî Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê kir.

Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê di 17-19ê Îlonê civiya.

Rojeva komîteyê “mafê hêviyê” yê Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan bû.

Komîteyê hişyarî da Tirkiyeyê û ji wî welatî xwest ku gavên pêwîst bavêje û dawî li binpêkirinên mafên Abdullah Ocalan bîne.

Parêzerên DEM Partiyê Ozturk Turkdogan û Nuray Ozdogan li Navenda Giştî ya DEM Partiyê li ser civîna Komîteya Wezîrên Ewropayê konferanseke rojnamegeriyê li dar xist.

“Hûn nikarin heta mirinê girtiyekî di girtîgehê de bihêlin”

Ozturk Turkdogan behsa rewşa girtiyên li Tirkiyeyê kir û wiha axivî:

“Hikûmet divê rewşa her girtiyî di ber çavan re derbas bike û haya wê ji mafê girtiyan ê berdanê hebe. Ev mafê rûmetê yê mirovan e.

Em ji bo vê dibêjin, ‘mafê hêviyê’ hûn nikarin heta mirinê ti kesekî di hepsê de bihêlin.

Li Tirkiyeyê gelek mirovên di vê rewşê de hene. Li gorî texmînên me hejmara girtiyên wisa di ser 4 hezarî re ye.

Hikûmet israr dike ku vê eşkere neke. Ez hêvîdar im hikûmet di demeke nêzîk de hejmara rast eşkere bike da ku bê dîtin ku rewş çiqas xeternak e.”

“Pêwîstî bi pêvajoyeke nû ya çareseriyê heye”

Ozturk Turdogan di berdewamiya axaftina xwe de behsa Abdullah Ocalan jî kir û wiha got:

“Li dijî birêz Ocalan hikmek û biryarên taybet di dewrê de ne. Hûn nikarin qanûneke taybet li gorî kesekî çêkin.

Em dixwazin qanûnên cihêkar ji holê bên rakirin û heke ev qanûn bên rakirin wê hem cihêkarî were rakirin û hem jî wê ‘mafê hêviyê’ bê nasîn.

Divê demildest Tirkiye dest ji vê pirsgirêka ku her diçe mezintir dibe berde. Tirkiye neçar e ku yasaya înfazê ya DEMMyê sererast bike.  

Divê mirov vê bîne bîra desthilata siyasî. Di kesayeta birêz Ocalan de mafê hêviyê nayê naskirin.

42 meh derbas bûn. Bi rastî jî nayê qebûlkirin ku girtiyek nikare bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê bike.

Pêdiviya Tirkiyeyê bi aştiyê heye. Pêdivî bi pêvajoyeke aştiyê ya nû heye.

Rêya vê jî ji rakirina tecrîda li ser birêz Ocalan re derbas dibe.“

Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan di Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Îmraliyê de ye.

Ev 42 meh in ti agahî li ser Ocalan nînin û rê nayê dayîn ku bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike.

Herî dawî birayê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan 25ê Adara 2021ê bi rêya telefonê bi Abdullah Ocalan re axivîbû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst