Li Şirnexê 4 kes hatin girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê ji 6 kesên ku hatibûn desteserkirin 4 ji wan hatin girtin.

Parêzgariya Şirnexê bi daxuyaniyekê ragihand ku "Li herêmê tîmên Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr ji bo deşîfrekirina çalakiyên PKKyê xebatên xwe didomînin."

Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê li Hezex, Basan û Cizîrê yên navçeyên Şirnexê 17ê Îlonê operasyonek kiriû di wê oeprasyonê de 6 kes bi hinceta PKKyê hatin desteserkirin.

Hat ragihandin ku ji 6 kesên hatibûn desteserkirin 4 ji wan hatin girtin.

Her wiha 2 kes bi şertê kontrola edlî hatin berdan.